Pêşnûmaya li ser çeteyan hate vetokirin

DYE dixwest ku çeteyên hatine Sûriye û Iraqê vegerin welatên ku jê hatine, pêşnûmaya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ku dixwest çeteyan piştî ku li van welatan cezayê xwe kişandin û vegerin, veto kir.

Li gorî pêşnûmaya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî çete piştî li Sûriye û Iraqê hatin darizandin û cezayê xwe kişandin, dixwest ‘tevlî nav civakê’ bibe.

DYE VETO KIR

Ev pêşnûma ji aliyê DYE hate vetokirin. DYE diyar kir ku ji ber gotina ‘divê vegerin welatê xwe’ cih negirtiye mafê xwe yê vetoyê bi kar anî.

Rûsya jî dixwaze ku kesên tevlî nav çeteyên li Sûriye û Iraqê bûne, divê vegerin welatê ku jê hatine.

Gelek welatên Ereban û welatên Yekîtiya Ewropayê jî di heman rewşê de ne. YE diyar dike çeteyan li ku derê sûc kiribin, divê li wir werin darizandin û girtin.

Par Fransayê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû bi deh hezaran çete yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtîne, divê li wir werin darizandin û wê darizandina rêveberiya xweser were naskirin.

Welatên YE jî dixwaze bûyerên vegerandina çete û malbatên wan yeko yeko binirxîne.

15 endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hene. Li gorî qanûnan 9 welat dengê erê bidin, pêşnûma tê qebûlkirin lê endamek mafê xwe yê vetoyê bi ka bîne, 14 endamên din bibêjin erê jî pêşnûma nayê qebûlkirin.