Pêşmerge ji Kerkûkê derket, gerîla li ber xwe dide

Hêzên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê ji duh bi şev ve êrîşî Kerkûkê dikin. Hêzên pêşmerge xwe bi temamî ji Kerkûkê vekişandin. Gerîla jî li nava bajêr li ber xwe didin. Şer li dora Rehîmava ku li ser rêya Hewlêrê ye, diqewime.

Hêzên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê, duh bi şev saet di 02:00 de, ji Tazeyê ber bi Kerkûkê ve ketin nava liv û tevgerê. Heşdî Şebî, piştî Tazeyê hewl da Pira Kerkûkê kontrol bike û li Xurmatûyê jî şer dest pê kir. Şer saet di 03:00 de li taxa Pîşesazî ya li nêzî navenda bajêr belav bû.

Îro danê sibehê şer li gelek cihan qediya bû. Li gelek nuqteyan şer zêde neqewimî û pêşmergeyan xwe vekişandin. Saet di navbera 10:00-11:00 de vê carê li Daqûqê şer dest pê kir û Daqûq, Xurmatû, Taze û Tel Wert ketin destê hêzên Heşdî Şabî û artêşa Iraqê.

Hêzên Heşdî Şebî, ji saet 11:00 û pê ve berê xwe dan Keywanê û ev der jî bi dest xistin. Pêşmergeyan ev der jî terikandin. Piştre şer li nava bajêr rû da. Li aliyê Erefeyê şer dest pê kir.

Paşê ji Teywanê ber bi Erefe û Peylakê ketin nava liv û tevgerê. Hewl dan bikevin navendên ku pêşmergeyên PDK'ê û hêzên asayîşê terikandine. Di vê demê de li ser pirê şerekî dijwar qewimî. Hêzên Heşîd Şebî bi tankan êrîş kirin.

Di rewşa heyî de şer li Erefe, Peylak, derdora Rehîmava ku li ser rêya Hewlêrê ye û li nava bajêr diqewime. Tê gotin, nîvê bajarê Kerkûkê ketiye destê hêzên Heşdî Şebî.

GEL Û GERÎLA LI BER XWE DIDE

Hêzên gerîla, şervanên xwebexş ên ji gelê Kerkûkê û pêşmergeyên bajar neterikandine, niha Kerkûkê diparêzin. Di vê çarçoveyê de di serî de rêyên Kerkûk-Silêmanî û Kerkûk-Hewlêrê hemû rêyên sereke hatine girtin. Tê gotin, ji bo pêşî li êrîşên gengaz û derketina hin koman ji nava bajêr bê girtin, ev rê hatine girtin. Wekî din, bi hezaran kesên ber bi xeta parastinê ya hêzên gerîla ve herikîn gotin, di nava her şert û mercî de ew ê bajarê xwe neterikînin.

Nûçegihanên ANF'ê yên li Kerkûkê ragihandin, ku hêzên pêşmerge xwe bi temamî ji Kerkûkê vekişandine. Tenê hin pêşmergeyên nexwestin ji bajêr derkevin û gerîla di çeperên berxwedanê de Kerkûkê diparêzin.

DAXUYANIYA IRAQÊ

Di vê navberê de Fermandariya Hêzên Hevpar a Iraqê jî bi daxuyaniyekê îdîa kir, ku hêzên Iraqî hin herêmên li Kerkûkê kontrol kirine.

Di daxuyaniya fermandariya navborî de hat gotin, "Hêzên me pira Xald, rêya Riyaz, dibistana Xald, deriyê Meryem Beg, rêya Reşd-Meryem Beg, taxên Pîşesaxî û Tirklam, bajarokê Yaycî, febrîqeya gazê ya li bakur, navenda polîsan û parzûngeha petrolê ya li nêzî febrîqeya gazê kontrol kirin."

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî jî bi daxuyaniyekê îdîak kir ku êrîşa li dijî Kerkûkê ji bo berjewendiyên gelê Kerkûkê ye û got, "Me gelek caran got, ku divê hikumeta Herêma Kurdistanê nekeve nava hewldanên bi vî rengî (referandûm). Me ji wan re got, ku li dijî yekparebûna axa Iraqê, berjewendî û qanûnên Iraqê dernekevin. Lê belê tevî hemû hişyariyên me jî ev kirin. Ji bo bicihanîna qanûnên xwe û parastina çavkaniyên xwe yên neteweyî em jî hatin Kerkûkê."