Pentagon: Trûmp amade ye ku bêyî şert bi Îranê re rûnê

Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê Mark Esper diyar kir ku Serokê DYE’yê Donald Trûmp amade ye ku bêyî şert bi Îranê re bicive.

Şefê Pentagonê Esper ji kanala televîzyonê ya CBS’ê re axivî û diyar kir ku Serokê DYE’yê Donald Trûmp amade ye ku bêyî şert bi Îranê re bicive.

Esper bal kişand ser vî tiştî ku ew amade ne, bi Tehranê re rûnên.

Beriya vê daxuyaniyê bi çend saetan Serokê DYE’yê bang li rayedarên Îranê kiribû ku bila êrîşên giran nebe ser xwepêşandanên aştiyane.

Piştî ku derket holê di 8’ê Çileyê de balefireke Ûkraynayê ji aliyê pasdaran ve ‘bi şaşî’ hatiye xistin ji roja Şemiyê ve li gelek bajaran xwepêşandanan dest pê kiriye.

Serokê DYE’yê Donald Trûmp piştî kuştina generalê Îranê Kasim Suleymanî him gef xwaribû û him jî diyar kiribû ku ew bêyî şert ji hevdîtinan re amade ne.