Penaberên li Elmanyayê wê êdî karibin malbatên xwe bînin cem xwe

Li Elmanyayê, astengiyeke li pêşiya gihandina hev a malbatên penaber ên xwedî mafê demkî yê mayinê ne, tê rakirin.

Li Elmanyayê piştî nîqaşên li ser malbat an  jî zarokên Sûriyeyî, zagona ku endamên malbatan bêne li ba hev hat deranîn. Beşeke mezin a malbatên ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê reviyayî û xwe spartİn Elmanyayê, nikarin zarokên xwe bînin cem xwe.

Ev astengiya zagonî ku rê li ber gelek nîqaşan vekiribû, ji roja Çarşemê û pê ve diguhere. Li gorî vê guhertinê, penaberên xwedî statuya demkî ya mayinê ne, wê bikaribin bi şertên diyar hevjîn û zarokên xwe bigirin ba xwe. 

Hate ragihandin ku ev zagona nû tenê ji bo penaberên xwedî statuya "parastina demborî" derbasdar e. Li Elmanyayê ev statu bi taybetî ji bo penaberên Sûriyeyî tê pêkanîn. 

Bi vê zagona nû re wê malbat bikaribin hevjîn û zarokên xwe bigirin li ba xwe. Bi vê zagonê wê gengaz be ku zarokên biçûk jî li ba dê û bavê xwe bikaribin vîze bigirin. Lê belê ji bo ku dê û bav bikaribin zarokên xwe bigirin li ba xwe divê li welatê xwe serî li balyozxaneyên Elmanyayê bidin.