PDK û MÎT li Başûrê Kurdistanê li pey lîstikên nû ne

Piştî serhildana Şêladizê, PDK û dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê ji bo ku PKK'ê û gelê Başûrê Kurdistanê bîne pêşberî hev, plansaziya avakirina yekîneyên kontrol yên taybet sazkar kirine.

Piştî serhildana gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî baregehên leşkerî ên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û li dijî êrîşan, lîstikên şerê taybet ên PDK'ê û MÎT'a Tirk berdewam dikin.

Gelê Başûr 26'ê Çile rabûbû serhildanê, ketibû baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a  Sirê ya li Amediyê ya Duhokê û helwesta xwe ya dijî dagirkirinê nîşan dabû.

Piştî serhildanê PDK'ê û MÎT'ê li dijî gelê ku rabûbû serhildanê, bi gefxwarin, destgîrkirin û êrîşan dest bi lîstika şerê taybet kir.

Beriya niha di nûçeyeke ANF'ê de derketibû holê PDK û MÎT'a Tirk a li herêmê li dijî Tevgera Azadiya Kurd li ser lîstikeke nû ya gemarî dilîzin. PDK û MÎT piştî ku ji destgîrkirina bi sedan kesî, bi zorê axaftina ciwanan û gel û parvekirina dîmenên wan ên li ser tora medyaya civakî ti encam nestandî, niha jî gefê li hin êlên Şêladizê, Amediyê û Dêralokê dixwe. Hatibû gotin eşîrên ku gef li wan hatî xwarin, ji bo ku tevlî meşa li dijî gerîlayên azadiya Kurd bibin zor li wan hatiye kirin û bi zorê wê wan ji malên wan bibin meşê. Her wiha derketibû holê pêşmergeyên PDK'ê ku derketibûn televizyonên PDK'ê, bi rengekî sivîl antîpropagandaya PKK'ê kiribûn.

MÎT Û PDK NIHA JÎ DEST BI LÎSTIKÊN NÛ DIKE

Li gorî hin agahiyên ku ji  jêderên pêbawer hatine standin, piştî serhildana Şêladizê, PKD û dewleta Tirk dixwaze weke ku Tevgera Azadiya Kurd li dijî gelê Başûrê Kurdistanê xwedêgiravî zext û êrîş kiribe, nîşan bide. Ji bo vê jî plansaziya avakirina kontrayên taybet hatiye sazkirin. Li gorî plansaziyê ev yekîneye her yekê we ji 10 kesan werin pêkanîn. Bi taybetî wê ji kesên Bakurê Kurdistanê û kesên ku ji Tevgera Azadiyê reviyane werin hilbijartin. Ev kom wê kincên gerîla li xwe bikin, li gundan zext û zordariyê li gel bikin. Tê gotin bi taybetî li qadên Behdînan û Zapê ev kom hatin avakirin. Ev kes li Zaxo û Duhokê ji kesên ku bi PDK'ê re tevdigerin û kesên ku berê ji Tevgera Azadiyê reviyane û bi asta rêveberiyê cih girtine, hatine hilbijartin. Bi vî rengî PDK û MÎT dixwaze gelê Behdînanê li dijî PKK'ê sor bike, dixwaze PKK'ê û gelê Kurdistanê bîne pêşberî hev.

Dewleta Tirk demên bihurî, nexasim salên 90'î li Bakurê Kurdistanê xebatên kontra kiribû, bi hezaran Kurd kuştibûn. Lê li gel van hemû hewldanên dewleta Tirk jî, gelê Bakurê Kurdistanê ji têkoşîna azadiyê qut nebûbûn.

Dewleta Tirk niha jî dixwaze bi destê PDK'ê û MÎT'ê van xebatên kontrgerîla li herêmên Başûrê Kurdistanê bike,Tevgera Azadiyê qels bike û bi gel re bîne pêşberî hev. Lê di serhildana Şêladizê de xuya bû, gel dixwaze leşkerên Tirk ên dagirker ji Başûr derkevin, ne ku gerîlayên PKK'ê.