PDK’ê nehişt ku li ser çekên kîmyewî lêkolîn were kirin

Heyeteke ji Ewropayê dema ku xwest li Başûrê Kurdistanê li ser êrîşên ku dewleta Tirk bi çekên kîmyewî kiriye, lêkolînekê bike, PDK’ê heyeta ji Ewropayê asteng kir.

Endamên Bijîşkên Pêşîlêgirtina Şerê Nukleer ê Navneteweyî pisporên biyolojiyê Jan Van Akene û Josef Savarî ji bo lêkolîna çekên kîmyewî yên ku ji Qetlîama Helepçeyê û heta niha didome, çû serdana Başûrê Kurdistanê.

Heyet li Silêmaniyê çû serdana Ofîsa Parlementoya Herêma Kurdistanê û bi serokê ofîsê re rûnişt.

Hate diyarkirin di hevdîtinê de li ser çekên qedexe axaftin hatine kirin.

Biyolog Jan Aken diyar kir ew 25 sal in li ser çekên kîmyewî lêkolînan dike û got “Hefteya borî em çûn serdana Çemçemal û Bîrdariya Enfalê ya li Helebçeyê. Em çûn navçeya Amêdiyê û me xwest em xwe bigihînin Hirur û Kanî Masiyê. Li gorî raporên ku gihiştine ber destê me, li wê herêmê çekên kîmyewî tên bikaranîn. Me jî xwest em lêkolînekê bikin. Me xwest em bi mexdûrê çekên kîmyewî bi Haci Abdullah re biaxivin lê kaymakamê Amêdiyê destûr neda ku em hevdîtinê bikin û lêkolîna xwe bidomînin.”

Heyeta ji Ewropayê ji Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê xwest ku bila ji Neteweyên Yekbûyî bixwaze were li ser bikaranîna çekên kîmyewî lêkolînan bike û rapora ku hatiye amadekirin pêşkêşî Rêxistina Çekên Qedexe ya Dinyayê bike.

Heyetê xwest ku ji bo qetlîamên wekî Helepçeyê pêk neyê divê destûra lêkolînên li ser çekên kîmyewî were dayîn.