Partiyên Katalan li ser seroktiya Puîgdemont li hev kirin

Li Katalonyayê ku alîgirên serxwebûnê dîsa piraniya dengan standin, du partiyên sereke li hev kirin ku Puîgdemont ê li mişextiyê bibe Serokê Herêmê, hikûmeta Spanyayê bi hinceta Puîgdemont lê radiweste ku rayeyên rêveberiya xweser nede.

Li Katalonyayê ku alîgirên serxwebûnê dîsa piraniya dengan standin, du partiyên sereke li hev kirin ku Puîgdemont ê li mişextiyê bibe Serokê Herêmê, hikûmeta Spanyayê bi hinceta Puîgdemont lê radiweste ku rayeyên rêveberiya xweser nede.

21’ê Kanûnê, di hilbijartinên pêşwext de Juns per Catalunya a alîgirê serxwebûnê ji dengan 47,5 ji 100’î standibû, Çepa Komarparêz a Katalonyayê (ERC) û CÛP ji 125 kursî 70 jê bi dest xistibûn. Lê teqez nebûbû bê ka Serokê Herêmê yê Berê Carles Puîgdemont wê dîsa bibe serok an na.

Li Parlamantoya Katalonyayê bi tifaqa Junt per Catalunya re ku xwedî 66 kursî ye, piştî ku bi ERC’ê re hevdîtin hatin kirin li hev kirin ku Puîdemong ê ku hê li Brûkselê ye dîsa endam were nîşandan. Lê bi teqezî lê tê nerîn ku Puîgdemont ê ku hikûmeta Spanyayê biryara girtinê li ser daye li welêt vegere wê were girtin.

SPANYA GEFÊN XWE DIDOMÎNE

Daraza Spanyayê ji ber ku di referandûma serxwebûnê de, ya 1’ê Cotmehê bi paş ve gav neavêt, bi sûcê ‘serîrakirinê’ li ser Puîgdemont biryara girtinê dabû û pir zehmet e ku Puîgdemont peywira xwe ji Brûkselê bi rê ve bibe.

Serokwezîrê Spanyayê Marîano Rajoy gotibû heke Puîgdemont ji dûr ve Katalonyayê bi rê ve bibe wê rayeyên xweseriyê yên desteserkirî wê nede. Lê ku Puîgdemont vegere, ji ber sedema gefa girtinê zehmetî çêdibin.

21’ê KANÛNÊ HESABÊN RAJOY LI BIN GUHÊ HEV KETIBÛN

Rêveberiya Xweser a Katalonyayê 1’ê Cotmeha 2017’an referandûma serxwebûnê kiribû û li gel êrîşa hêzên çekdar ên Spanyayê jî ji referandûmê ji ‘’Komara Serbixwe a Katalonyayê’ re dengê ‘erê’ derketibû.

Piştî referandûmê Parlamentoya Katalonyayê 27’ê Cotmeha 2017’An yek alî serxwebûn ragihand. Heman rojê hikûmeta navendî ya Spanyayê bi pejirandina Senatoya Spanyayê xala 155’an a Destûrê pêk anîbû û dest li ser rêveberiyê danîbû. Bi vê, rêveberiya xwecih û parlamentoya Katalonyayê hatibû feshkirin û 21’ê Kanûna 2017’an hilbijartinên pêşwext hatibûn kirin. Di van hilbijartinan de jî alîgirên serxwebûnê weke sala 2015’an 47 ji 100’î deng standibûn, 70 kursî bi dest xistibûn û hemû hesabên Rajoy li bin guhê hev xistibûn.