Parlementerê Iraqê: Êrişa dewleta Tirk êrişeke terorîstî ye

Endamê Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ya Parlementoya Iraqê Seeran Acîbî bal kişand ser êrişa ku dewleta Tirk roja Şemiyê li Silêmaniyê kiribû. Acîbî got “Vê êrişa dewleta Tirk êrişeke terorîstî ye.”

Dewleta Tirk li navenda gundê Gelale ya ser bi herêma Şarbajêr wesayîtek sivîlan bombebaran kiribû.

Endamê Komîsyona Ewlekarî û Parastinê ya Parlementoya Iraqê Seeran Acîbî derbarê êrişa di 19’ê Hezîranê de li Silêmaniyê pêk hatibû ji Rojnewsê re axivî.

Seeran Acibî got “Bêdengiya hikumetê, tê wateya wê ku rê daye dewleta Tirk li Herêma Kurdistanê hêzê bi kar bîne. Êrişa dewleta Tirk ya di nava xaka Iraqê de, êrişeke terorîstî ye.”

Parlamenter Acibî diyar kir ku ji bo ku dagirkerî û binpêkirin bikeve rojevê, divê di warê dîplomasiyê de li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, xebat bê kirin.