Parlamenta Iraqê wê li êrişên dewleta Tirk bikole
Komîsyona Parastin û Ewlekariyê ya Parlamenta Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê komîsyoneke lêkolînê ava kir.
Komîsyona Parastin û Ewlekariyê ya Parlamenta Iraqê ji bo lêkolînkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê komîsyoneke lêkolînê ava kir.
Endamê Komîsyona Parastin û Ewlekariya Parlamenta Iraqê Huseyin el-Amîrî wiha got: "Komîsyona Parastin û Ewlekariyê ya Parlamenta Iraqê bi berfirehî êrişên bênavber ên hêzên Tirk li ser bajar, bajarok û gundên li nava sînorê Iraqê giftugo kir, ku êriş dibe sedema ziyana can û malê xelkê."
Amîrî her wiha got: "Komisyonê komîteyek lêkolînê ava kir. Komîte wê di demek nêz de serdana wan herêman bike yên ku dewleta Tirk êriş biriye ser û piştre raporeke berfireh pêşkeşî Parlamentê bike."