Parlamenta Bremenê xwest dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bê anîn

Parlamenta Eyaleta Bremenê bi pêşnûme biryarekê xwest tavilê dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê anîn.

Pêşnûme biryar bi pêşengiya Anya Grotheer û Mûstafa Gungur ji SPD, Dr. Hntîke Muller, Sahhanim Gorgu-Phîlîp ji partiya Keskan, Cindî Tûncel, Maja Teger, Nelson Jahssen, Sofîa Leonîdakîs ji partiya Çep hate pêşkêşkirin.

Di pêşnûmeyê de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û encamên êrişan hatin vegotin.

Di pêşnûmeya ji 9 xalan de êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên dagirkeriyê re qanûnên navneteweyî binpê kiriye.

Di pêşnûmeyê de hate bibîrxistin ku ji ber êrişên dewleta Tirk bi sedan mirovî jiyana xwe ji dest dan û bi êrişê re paqijiya etnîkî tê kirin.

Piştî nîqaş û dengdanê pêşnûme biryar hate pejirandin û hate xwestin ku dewleta Tirk tavilê dawî li dagirkeriya xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîne û xwe ji herêmê vekişîne.