Peyama Ocalan: Li bendê me ku çalakî bi dawî bibe

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan: Di serî de hevalên ku tevlî greva birçîbûnê û rojiya mirinê bûne, di çarçoveya daxuyaniya berfireh a du parêzerên min de, li bendê me ku çalakiya we bi dawî bibe

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ser hevdîtina 22'ê Gulanê ya bi muwekîlê xwe re civîneke çapemeniyê pêk anîn. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Nevroz Ûysal, Rezan Sarica, Îbrahîm Bîlmez û Raziye Tûrgût li Titanic Downtown Beyoglû Hotelê derketin pêşberî çapemeniyê û peyama Ocalan a li ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ragihandin.

PEYAMA BÛROYA HIQÛQÊ

Ji parêzeran Newroz Ûysal pêşî peyama Buroya Hiqûqê ya Sedsalê xwend. Di peyamê de wiha hate gotin:

''Li girtîgeha giravê ya Imraliyê bi miwekîlê me Rêzdar Ocalan re 22'yê Gulanê me hevpeyvîneke din a  parêzeran pêk aniye. Rêzdar Ocalan careke din girîngiya meta ku beriya niha bi raya giştî re hatî parvekirin destnîşan kir. Kêfxweşiya xwe ji ber nîqaşa li ser metna 7 xalî destnîşan kir, ya bi dîroka 2'yê Gulanê û bi 4 îmzeya 4 miwekîlên me bûn. Bi wê fikrê bû ku nîqaşa li ser lihevkirina civakî, siyaseta demokratîk, muzakereya demokratîk û aştiya bi rûmet hewcehiya sereke ya Tirkiyê ye. Diyar kir, ew jî ji bo ku ev xal bibin nirxên sereke yên siyaseta Tirkiyê, tişta ku dikeve ser wî, wê bi cih bîne. Diyar kir atmosfer û hêviya ku nêzîktêdayin û helwesta 2013'an li Tirkiyê ava kiribû ji hêla her kesî ve tê zanîn û xwest ku ev peyam zêdetir were gotûbêjkirin.

Weke ku di hevdîtina beriya niha de bi bîr xistî, di vê hevpeyvînê de jî bi bîr xist, hiştina ku ev hevpeyvîn pêk were nayê maneya hebûna pêvajoyeke muzakereyê. Got peyamên wî ji bo hêzên demokrasiyê, hemû avaniyên siyasî yên tevahiya Tirkiyê û dewletê ye. Li dijî vê helwesta wî bi gotina, ''em ê di nav 30-40 rojî de bibînin bê ka ev hemû derdor wê çi bersivê bidin'' me dît ku vê niha li ser helwesta ti derdorê nikare ti şîroveyê bike.

Di peyama 7 xalî de ku 6'ê Gulanê bi raya giştî re me par ve kiribû, yek ji mijara girîng jî Rojava, Bakurê Sûriyê, QSD bû her wiha çareseriya pirsgirêkên li Sûriyê divê çilo werin çareserkirin. Li ser vê mijarê ramanên beriya niha dubare kir. Got, heke derfet çêbibe, di nav yekîtiya Sûriyê de, pirsgirêka Kurd jî di nav de, li sre hemû pirsgirêkên Sûriyê ew ê bi roleke pozîtîf rabe. Got ramanên wî û pêşniyarên wî yên çareseriyê wê pirsgirêkên Sûriyê çareser bike, bi taybetî diyar kir mîsogerkirina yasayî ya mafê Kurdan û civakên din divêtiyek e.

Hewcehiyek e sereke ye ku ev nîqaş bi kûrahî, bi rengekî ku rê li ber encamên dîrokî vekin werin rêveberin û di nav rojevên rojane, berteng ên siyasî de neyên asêkirin. Em dixwazin bi bîr bixin ku bi vê çarçoweyê pirsgirêkên dîrokî û giran ên Tirkiyê û Rojhilata Navîn hene û Rêzdar Ocalan diyar kiriye, ev pirsgirêk bi nêzîktêdayinên eqlî, polîtîk û çandî dikarin werin çareserkirin.

Tecrîda li Imraliyê ji hêla hiqûqî ve problemeke girîng e û diyardeyeke wiha ye ku ji hêla siyasî ve jî ziyanê dide iklîma aştiyê ya Tirkiyê. Hatiye dîtin ku Rêzdar Ocalan bi rengê kirdeyê polîtîk dema ku rola xwe kêm jî be dikare bi cih bîne, weke serdemên ku pêşniyarên çareseriyê li ber pirsgirêkên giran datîne, bandoreke pozîtîf li iklîma welêt dike. Van çar salên dawî ku tecrîda li ser Rêzdar Ocalan giran bûye li Tirkiyê û herêmê bi giranbûna şer, kaos û krîzê li ser hemû derdorên civakî reşbîniyek serwer bûye. Li gel vê, di nav 20 rojan de, tenê du caran li gel ku bi rengekî sînordar fikrên xwe par ve bike jî, hêviya li bara pirsgirêkên kûr perspektîfên cihê û nû geş kiriye.

Me jî di van hevpeyvînan de dît, Rêzdar Ocalan li ser hîmê aştiyeke birûmet, dîsa bi wê pozîsyonê ye ku pirsirêk bi rêbaza muzakereya demokratîk werin çareserkirin, me dît ku ji bo dahatuyê hêvîdar e û bi we bawer e.

Bi vê wesîleyê ji bo ku helwesta derî hiqûqî ya ku bi salan e li girtîgeha Imraliyê bi temamî rabe, em bawer dikin divê raya giştî ya demokratîk bi berpirsyarî rabe û şopdarê pêvajoyê be. Li ser mijara avakirina mafên yasayî bêyî nîqaş û cihêkariyê, bicihanîna berpirsyariya xwe ya saziyên rêveberiyê û darazê, hem hewceiyeke hiqûqî ye û hem jî berpirsyariyeke sincî ye.

Di hevdîtinê de her çendî li ser gelek mijaran hatibe axaftin jî, rojeva sereke, greva birçîbûnê û rojiya mirinê bû ku hatibûn ber qonaxeke taloke.

Di vê hevdîtinê de Rêzdar Ocalan li ser mijara vîn û fedekariya çalakgeran malavayî da, got, ev helwest helwesteke rûmetdar e. Her wiha helwesta dayikan pir girîng dîtiye, nirxekî mezin daye. Bi vê wesîleyê em slavên wî yên taybet ên ji bo dayikan dişînin.

Rêzdar Ocalan dema hevdîtinê got armanca greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi cih hatiye, ji bo ku êdî raweste bi taybetî li ser sekinî. Piştî vê bangê bi baweriya me grevkar wê çalakiyê biqedînin. Got a girîing çanda têkoşîna siyasî ya demokratîk e, ji her tiştî girîngtir e ku grevkar ji hêla beden, rih û hiş ve baş bin. Li ser mijara greva birçîbûnê Gandî mînak da û got, Gandî greva birçîbûnê bi têkoşîna civakî bi mane kiriye.

Bi vê çarçoweyê Rêzdar Ocalan ji bo çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê nameyek nivîsiye. Xwestiye ku ev name bi wan re were parvekirin. Nameya ku piştî hevdîtinê gihayî ber destê me, ya Rêzdar Ocalan a ku ji bo çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi destxet û îmzeya Ocalan, di serî de ji bo çalakgeran em bi raya giştî re par ve dikin.''

PEYAMA OCALAN

Nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha ye:

Hevrêyên hêja;

Di serî de hevalên ku tevlî greva birçîbûnê û rojiya mirinê bûne, li ber ronkahiya daxuyaniya berfireh a du parêzerên min , li bendê me ku çalakiya we bi dawî bibe. Bi dilrehetî diyar dikim armanca we ya ji bo min diyar kiribû bi cih hatiye û li gel hezkirinê, malavayî li we dikim.

Bi taybetî diyar dikim û hêvî dikim ku hûn ê ji niha û pê ve bi xurtî û îradeyeke têrker li gel min bimeşin.

Li gel hezkirina bêdawî û slavên min

22'ê Gulana 2019, Girtîgeha Îmraliyê

Abdullah Ocalan"

HILBIJARTINA STENBOLÊ NEHATE NÎQAŞKIRIN

Piştî parêzeran pirsên nûçegihanan hatin bersivandin. Li ser pira ''li hevdîtinê de hilbijartinên Stenbolê hate rojevê?'', parêzer Rêzan Sarica got, ''Têkilî hilbijartina Stenbolê ti rojev nebû. Di neqebîna me de axaftineke wiha nehate kirin. Em li ser axivîn ku greva birçîbûnê ya ku ev 6 meh in dom dike û peyama ku 2'yê Gulanê dayî me di raya giştî de bi berfirehî were nîqaşkirin.''

EM NIKARIN BEHSA PÊVAJOYA ÇASERIYÊ BIKIN

Li ser pirsa, ''hevdîtin wê li ber pêvajoya muzakereyê veke, ev tê maneya pêvajoyeke nû?'' parêzer Ibrahîm Bîlmez got, ''Em nikarin behsa pêvajoya çareseriyê bikin. Banga miwekîlê me heye. Beriya niha ji bo were nîqaşkirin 7 xal vegotibû. Nîqaşkirina van girîng bû.''