Parêzerê Ocalan Bîlmez: Divê CPT bikeve dewrê

Parêzer Îbrahîm Bîlmez nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û di serî de CPT bang li saziyên Ewropayê kir ku ji bo Îmraliyê tavilê bikevin nava liv û tevgerê.

Li Kurdistan, Tirkiye û li gelemperiya Rojhilata Navîn şer û qeyranên dijwar hene. Di rewşeke wiha de çavê her kesî li Îmraliyê li ser Ocalan e ku ji bo rizgariya ji vê rewşê tiştekî bibêje. Lê belê dewlet û desthilatiya AKP’ê rê nade ku bi Ocalan re hevdîtin bê kirin û tecrîdê giran dike. Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, bal kişand ser şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê, helwesta CPT û biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û dest nîşan kir ku Îmrali girava derhiqûqiyan ne û Tirkiye qanûnên xwe binpê dike.

'OCALAN LI HEMBERÎ POLÎTÎKAYÊN HÊZÊN HEGOMON, POLÎTÎKAYEK ALTERNATÎF AFIRAND'

Bîlmez bi bîr xist, sîstema tecîda li Îmraliyê ji sala 1999'an û vir ve bi rêk û pêk didome û ev tecrîd tenê bandora xwe li Îmraliyê nake, bandora li tevahiya Rojhilata Navîn dike. Bîlmez da zanîn, Tirkiye êdî dewleteke hiqûqî, qanûnî nîne û her ku diçe ji hiqûqê dûr dikeve. Bîlmez diyar kir, tecrîdkirina birêz Ocalan bandorê li tevahiya gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê dike û wiha axivî: "Armanca tecrîdê di çarçoveya planên siyasî de kûr dibe û mirov dikare vê tecrîdê bi pêvajoya komploya navneteweyî ve jî girê bide. Bê guman tecrîda girankirî dewama komploya navneteweyî ye û cudahiya wê ji hev tune ye. Armanca sereke ya komployê di şexsê Ocalan de tinekirina lêgerîna azadiyê ya gelan bû. Birêz Ocalan di paraznameyên xwe de vê yekê bi awayekî berfireh vedibêje. Birêz Ocalan ji ber ku li dijî berjewendiyên hêzên hegemon û li hemberî polîtîkayên wan ên li ser gelan ferz dike polîtîkayek alternatîf afirand, hêzên hegemon xwestin birêz Ocalan ji holê rakin. Bi vê yekê ve girêdayî derketina birêz Ocalan ji Şamê û girtina deriyên Ewropayê li wî, pêlek ji vê polîtîkayê bû. Lê belê hêzên ku xwestin Ocalan ji holê rakin li hemberî raman û bîrdoziya birêz Ocalan têkçûn."

'DEWLET HER HEFTEYÊ BI FERMÎ DEREWAN DIKE'

Bîlmez anî ziman, ji ber ku birêz Ocalan ji bo gelan çareseriyek alternatîf afirand, hêzên komploger sîstema Îmraliyê ava kirin û wiha pê daket, "Birêz Ocalan li dijî jiyana dewlet û netewe-dewletê ya ji bo gel pêşniyar dike, çareserî û jiyanek alternatîf pêşniyar kir. Sîstema Îmraliyê hate avakirin û ev sîstem ji sala 1999'an û vir ve bi rêbazên cuda dewam dike. Hemû daxwazên parêzerên birêz Ocalan bi hincetên bêbingeh tên astengkirin û hemû hincet jî ji derveyî rastiyê ne. Heta niha dewletê bi awayek fermî derew dikir û digot, 'keştî xera bûye yan jî rewşa hewayê ne baş e'. Piştî 15'ê Tîrmehê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi biryara Rewşa Awarte hemû hevdîtinê birêz Ocalan yên li gel parêzeran qedexe kir. Niha jî bi hinceta cezayê rêzkariyê mafê hevdîtinê hate qedexekirin. Ji roja ewil heta niha hiqûq li Îmraliyê nakeve dewrê. Ji bo Îmraliyê dikarin bêjin girava derhiqûqiyê. Yek ji rêgezên gerdûnî yên hiqûqê jî gelemperîtî û wekhevîtî ye. Li gorî vê rêgezê divê her kes li ber qanûnan wekhev be. Lê belê ji sala 1999'an û vir ve miwekîlê me birêz Ocalan li derveyî vê hatiye hiştin. Li welatekî ku bi awayekî rasteqîn hiqûqê lê tê sepandin, mesele çiqas siyasî dibe bila bibe divê ji bo hemû ferdên welat heman hiqûq bê sepandin. Herî kêm divê qanûnên xwe bisepîne. Lê mixabin li Tirkiyeyê dema mijar dibe Birêz Ocalan rewş diguhere."

'DMME JI RÊGEZÊN XWE DÛR KETIYE'

Bîlmez nerazîbûn nîşanî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî da û wiha got: "Her çiqas ev sazî weke ku saziyên parastina mafên mirovan derketibin holê jî niha bûye saziyên parastina pergala kapîtalîst û hiqûqa vê pergalê temsîl dikin. Biryara DMME'yê siyasî ye û DMME bi vê biryarê ji rêgezên xwe yên avabûnê û mafên mirovan dûr dikeve. Ji xwe ti bendewariyeke birêz Ocalan jî ji van saziyan tineye. Parastinên ku şandine DMME'yê jî muxatabên wan gelên bindenst ên li Tirkiyeyê hatine çewisandin in. Lazim e mirov bi vî çavî lê binihêre. Bêguman saziyên wiha di encama têkoşîna gelan de hatine avakirin. Hemû biryar û nêzîkatiyên li Îmraliyê derqûnînî ye."

'DIVÊ CPT BIKEVE DEWRÊ'

Bîlmez destnîşan kir, di vê serdemê de saziya tenê bikare biçe Îmraliyê Saziya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) ye û got, "Di vê demê de rolek mezin dikeve li ser milê CPT. Li Tirkiyeyê bi awayekî derqanûnî hemû hevdîtinên malbat û parêzeran bi hincetên bêbingeh tên astengkirin. Li Îmaraliyê tecrîdek girankirî tê meşandin û hemû rêyên hiqûqê hatine girtin. Divê CPT biçe Îmraliyê û lêkolînan pêk bîne. Ti agahiya me ji miwekilê me tuneye ku li Îmraliyê ye. Ji ber ku ti agahiyên me birêz Ocalan û her sê miwekîlên me yên din nîne em ji rewşê bi fikarin. Demeke dirêje ku CPT serdana Îmraliyê nekiriye û herî dawî piştî hewldana darbeya leşkerî serdan kir. Piştî 15'ê Tîrmehê çendîn car CPT hate Tirkiyeyê, lê mixanbin pêwîstî nedîtin ku serdana Îmraliyê bikin. Dema ku li gel biryara DMME'yêm em dinêrin, dibînin ku der barê Îmraliyê de nêzîkatiyeke cuda ya Ewropayê heye. Ev nêzîkatî nêzîkatiyek şaş e, ev biryar ne xizmetê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê dike ne jî xizmetê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dike. Divê CPT û hem jî saziyên din yên welatên Ewropayê têkevin dewrê."

'OCALAN RÊBEREKÎ AŞTÎXWAZ E'

Bîlmez da xuyakirin ku tecrîdkirina Ocalan rabe wê Rojhilata Navîn jî bêhnek bistîne û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Birêz Ocalan aktorekî bi bandor e û Rêberekî aştîxwaz e. Tirkiye bi xwe jî dibêje muxatabê sereke yê pirsgirêka Kurd birêz Ocalan e. Eger wiha nebûya dewletê bi xwe li gel birêz Ocalan hevdîtin pêk nedianîn. Pêvajoya çereseriyê li pêş çavê raya giştî pêk hat û peyamên birêz Ocalan di televîzyonên Tirkiyeyê de bi zindî hatin weşandin. Peyamên Ocalan di Newrozê de ji bo milyonan hate xwendin û her ku diçû Tirkiye ber bi aramiyê ve diçû. Bi Ocalan civak bi hêvî nêzî jiyanê dibû û Tirkiye bi hêvî bû. Birêz Ocalan di parastina xwe de ya daye DMME'ê jî dibêje, 'ez ji ber pirsgirêka gelê Kurd têm darizandin û ji bo pirsgirêka Kurd ez tecrîdkirî me. Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, pirsgirêka Rojhilata Navîn jî çareser nabe û ez jî azad nabim'. Birêz Ocalan di hemû mafê xwe yên parastinê de pêşniyarên çareseriyê û perspektîf pêşniyar dikir. Dewlet heta cihekî dikare mudaxeleyî civakê bike, ji cihekî û vir de gel bi xwe divê xwe bi rêve bibe. Birêz Ocalan digot, pêdîvî heye ku li hemû Rojhilata Navîn pêk bê. Hemû gel dikare qedera xwe tayîn bike û ev jî mafekî wan ê rewa ye."