Parêzer: Dîwana Edaletê biryara Konseyê ya PKK’ê tine hesiband

Parêzerên dozê yên têkildarî biryara Dîwana Edaletê ya Ewropayê daxuyaniyek dan, anî ziman ku Dadgeha Luksembûrgê biryar da ku divê biryara mayîna serlêdana PKK’ê ya ji bo dema 2014-2017’an a lîsteya terorê ya YE’yê betal bibe.

Piştî biryara Dîwana Edaletê ya Yekîtiya Ewropa a di derbarê PKK’ê de parêzerên dozê Marîeke van Eîk û Tamara Bûrûma daxuyaniyek dan.

Dîwana Edaletê ya Ewropa ya li Luksembûrgê bi biryara xwe ya roja Pêncşemê eşkere kirî, PKK bi maf dît, lê dest neda rewşa heyî ya lîsteya terorê ya Konseya Ewropayê. Hate diyarkirin ku divê lîsteya ku serê her 6 mehan dihate guhertin ango 2014-2017’an bê betalkirin. Lîsteya ku li gorî sala 2018’an hatibû amadekirin jî heman e, dadgehê da xuyakirin ku ev pêvajo nakeve çarçoveya dozê û dest neda lîsteya heyî.

Parêzerên dozê Marîeke van Eîk û Tamara Bûrûma bi daxuyaniyekê ev biryar ragihand. Parêzeran got: “Dadgeha Luksembûrgê biryar da ku divê biryara mayîna serlêdana PKK’ê ya ji bo dema 2014-2017’an a lîsteya terorê ya YE’yê betal bibe.”

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku Konseya Ewropayê ya ku her serê mehê biyarên tên guhertin eşkere nekiriye û got: “Konseya Yekîtiya Ewropayê, têkildarî zêdekirina her rêxistineke terorîzmê ya li lîsteya DYA’yê her serê 6 mehan biryarên digirin.”

Parêzeran hincetên dadgehê jî ne rast dîtin û diyar kirin ku êrîşên ku dibêjin PKK’ê kirine lê ku PKK van êrîşan red dike jî ji aliyê Konseyê ve weke hincet hatiye pêşkêşkirin û dadgehê jî diyar kir ku ne di rewşekî wiha de ne ku rastiya van bûeyran tespît bikin û weke hincetek diyar nedît.

Li gorî parêzeran dadgehê agahiyên tam ên têkildarî têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê û muzakeryên aştiyê jî pêşkêşî konseyê nekiriye.

Parêzeran wiha gotin; “Dadgehê tevî van hemû hincetan (lîsteya terorê) ya têkildarî 2014-2017’an tune hesiband. Tevî ku biryarên sala 2018’anli gorî heman hincetan hatiye girtin, nakeve di çarçoveya prosedorên diyar ên berê hatine girtin de. Biryara dadgehê jî weke fermî ji reşwa hebûnê ya di lîsteyê bandor nebûye.” Parêzeran ragihandin ku mafê wan yê îtirazê ya biryara Konseya Ewropayê heye.