Ozkahraman ê girtî yê 75 salî rehmet kir

Takiyettîn Ozkahraman ê 75 salî ku rehîn li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê dihate girtin rehmet kir.

Girtiyê 75 salî mamosteyê teqawît Takiyettîn Ozkahraman ku beriya 3 salan li navçeya Melezgirtê ya Mûşê hatibû girtin, duh li Girtîgeha Tîpa L a Panosê rewşa wî giran bûbû û bi ambûlansê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Panosê û piştre ji vir jî wî rakiribûn Nexweşxaneya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzunci Yilê ya Wanê. Ozkahraman ku li beşa lênêrîna awarte ji ber nexweşiya hilmij û pişe tedawî didît, jiyana xwe ji dest da.

Ozkahraman ji ber nefesteniyê û nexweşiya pişê li nexweşxaneya di beşa lezgîn a dermankirinê de rehmet kir.

Ozkahraman, di sala 2014’an de Serokatiya Rêxistina Partiya Aştî û Demokrasiyê ya Navçeya Melezgirê kiribû.