Ozan Canê ji bo Merkel name nivîsî

Hunermenda Kurd Ozan Canê ya yek ji rehîneyê rejîma Erdogan e, ji bo Serokwezîra Elman Merkel a ku wê dawiya hefteyê bi Serokkomarê Tirk Erdogan re bicive nameyek şand.

Li gorî daneyên Wezareta Karê Derve ya Elman, ji ber sûcên bi armanca siyasî niha li Tirkiyeyê 5 welatiyên Elman di girtîgehê de ne. Lê dibe ku ev hejmar hê zêdetir be. Ji ber ku gelek caran dewleta Tirk dema welatiyên Elman ên destgîr an digirin direng agahî didin Wezareta Karê Derve yê Elmanya.

Beriya serdana Erdogan a Elmanyayê Masa axivî û bal kişand ser rewşa welatiyên Elman ên li girtîgehên Tirkiyeyê û got: “Hê jî girtina welatiyên me yên li girtîgehên Tirkiyeyê nayê pejiarandin.”

Hunermenda Kurd Ozan Canê ya yek ji rehîneyê rejîma Erdogan e, nameyek ji Serokwezîr Angela Merkel re şand û diyar kir ku li girtîgehê di nava mercên xirab de ye. Ajansa Nûçeyan a Elman DPA ya nameya Ozan Canê parve kir, bal kişan ser rewşa Ocana Canê.

Hunermenda Kurd a li Kolnê dijiya, di dema hilbijartina 24’ê Hezîranê de ji bo piştgirî bide HDP’ê çûbû Tirkiyeyê. Ozan Canê ya di dema mîtînga Edîrneyê de hate destgîrkirin, ji ber di fîlmeke ku têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ya YPG/YPJ’ê de rol lîstibû, tê îfadekirin ku ji ber wêneyek li gel şervanên YPG’ê kişandiye tê sûcdarkirin.