Oslo ji bo pêkanîna armancên avhewayê gelekî bi îdîa ye

Oslo ku li dijî germahiya global armancên gelekî mezin daniye pêşiya xwe, soz da ku di nava 11 salan de bi temamî karbondîoksîtê bi dawî bike.

Di mijara kêmkirina belavkirina karbondîoksîtê de ku dibe hinceta germahiya global, ji ber helwesta gelek welatan hîn jî biryardariyeke xurt nehatiye nîşandan. Lê tevî vê yekê jî hin bajarên mezin vê biryardariyê nîşan didin.

Yek ji van bajaran jî paytexta Norwêc Oslo ye. Şaredariya Osloyê ku kêmmkirina belavkirina CO2 weke armanc daniye pêşiya xwe di vê mijarê de bi îdîa ye. Şaredariya Osloyê bi daxuyaniyekê ragihand ku belavkirina CO2 a li nava bajêr wê heta sala 2030'î li gorî asta sala 2009'an bi 95 ji sedî bê kêmkirin.

Ji bo ev armanca şaredariyê pêk were, dema ku bû sala 2030'î divê hemû wesayitên şexsî yên li bajêr bi 'enerjiya paqij' bên bikaranîn. Lê belê nehate eşkerekirin ku wesayitên bi enerjiya fosîlê yanî bi petrolê yan jî gazê dixebitin wê bên qedexekirin an na.

Yek ji armancên Şaredariya Osloyê ew e ku li bajê trafîka wesayitan bi rêjeya yek ji sê paran kêm bike. Ji bo ev yek pêk were, tevî zêdekirina otobusan divê rêyên ji bo peya û bisikletan bên zêdekirin.

Norwêc ku bi rezervên xwe yên petrolê tê naskirin, li rojavayê Ewropayê hîn jî welatê ku herî zêde petrolê hildiberîne ye. Norwêc di heman demê de di bazara wesayitên bi elektrîk de di rêza destpêkê de ye. Rêveberiya Norwêcê dixwaze heta sala 2025'an hemû wesayitên nû tên hilberîn bi elektrîkê bixebitin.