Operasyonên QSD'ê nehişt ku li Elmanyayê komkujî pêk were

Çeteyekî DAÎŞ'ê yê li Rojava girtî ye got, mîna êrîşên li Fransayê wan plan dikir ku li Elmanyayê jî komkujiyeke mezin pêk bînin. Eşkere bû ku bi saya têkoşîna QSD'ê, çeteyên ku wê komkujî bikira nekarîn xwe bigihînin Ewropayê.

Çeteyê bi navê Ogûz G. ku Cotmeha sala 2017'an ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hate girtin, ji medya Elman re axivî.

KOMKUJIYEKE MEZIN A MÎNA PARÎSÊ HATIBÛ PLANKIRIN

Çeteyê Tirk li girtîgehên li herêmên QSD'ê girtî ye. Destûr hate dayin ku bi nûçegihanên saziyên weşanê yên Elman NDR, WDR û Suddeûtscher Zeîtûngê re biaxive. Di hevpeyvînê de eşkere bû ku pêşî li êrîşeke mezin a li Elmanyayê hatiye girtin.

Ogûz G. komkujiya li Fransayê bi bîr xist ku Mijdara 2015'an pêk û 130 kes mirin. Ogûz G. diyar kir, plan hatibû kirin ku komkujiyeke bi heman rengî li Elmanyayê jî were kirin.

Li gorî vê îdîayê, ku NDR, WDR û Suddeûtsche Zeîtûng bi rayedarên Elman re jî dan piştrastkirin, DAÎŞ'ê dixwest ji bo vê plana komkujiyê 3 çeteyên xwe bişîne Elmanyayê.

KESÊ KU PLAN JÊ RE HATE GOTIN JI ÎSTÎXBARATA ELMAN RE DIXEBITÎ

Hevsera Ogûz G. Marcîa M. ji kesekî li Elmanyayê re qala planê kir û xwest wî bi rêxistin bike. Ji ber ku ev kes sîxurê rêxistina îstîxbaratê ya Elman bû, plan jî eşkere bû. Nayê zanîn bê rola Marcîa M. û Ogûz G. a di planê de çi ye, lê belê serkêşê planê çeteyê DAÎŞ'ê yê bi navê Thomas C. bû ku bi xwe Swîsreyî ye. Tê texmînkirin ku Thomas C. di şerê bi QSD'ê re miriye.

Eşkere bû ku êrîşkar wê bi sê koman êrîşeke bombeyî bibira ser festîvaleke muzîkê ya li Elmanyayê, ya jî mîna êrîşa li Parîsê wê komkujiyek bikira.

BI SAYA OPERASYONÊN GIRAN ÊN QSD'Ê, KOMÊN KUJER NEKARÎN XWE BIGIHÎNIN EWROPAYÊ

Bi saya operasyonên QSD'ê ku ne tenê li Rojava, li gelmeperiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbên giran li çeteyên DAÎŞ'ê xist, têkiliya çeteyan ji hev qut bû û nekarîn ji herêma operasyonê derkevin. Tê texmînkirin, hinek ji çeteyên her sê koman ji aliyê QSD'ê ve hatine bêbandorkirin, ya jî bêyî bigihêjin Elmanyayê li Tirkiyeyê hatine girtin.