Omer Kral li sirgûnê jiyana xwe ji dest da

Yek ji xebatkarên çalak ê têkoşîna azadiyê ya Kurd Omer Kral li sirgûnê jiyana xwe ji dest da.

Omer Kral sala 1952'an li navçeya Elbîstan a Mereşê ji dayik bû. Omer Kral li sirgûnê li bajarê Wînterthûr ê Swîsreyê piştî tedawiyeke demdirêj sibeha 22'ê Îlonê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Omer Kral ku dibistanên seretayî û navîn li navçeya Elbîstanê xwend, lîse jî li Meletiyê xwend. Dema ku xwendekarê lîseyê bû ji Doza THKO'yê hate girtin. Piştî ku ji girtîgehê derket bû yek ji milîtanên girîng ên THKO'yê. Ji ber ku di çalakiyên ber bi baregeha NATO'yê ya li Kurecîk-Meletiyê tevî Sînan Cemgîl tevgeriya, hate girtin. Piştî têkoşîneke demdirêj û zehmet neçar ma sirgûn bibe. Li sirgûnê têkoşîna azadiyê ya Kurd nas kir û bû xebatkarekî wê yê çalak. Cihê xwe di nava Têkiliyên Derve û Meclîsên Federasyona Komeleyên Kurd (FEKAR) de girt.

Omer Kral ku bi dilsoziya xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihate naskirin, tevî nexweşiya xwe jî têkoşîna xwe bênavber dewam kiribû.