Olûç: Bi mîsogerî em ê bi ser bikevin

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç diyar kir desthilat ji ber nedadiyên xwe rojekê wê werin darizandin û got, ''Bi teqezî rojekê em ê daxwazên xwe bi cih bînin.''

Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç derheqê operasyona qirkirina siyasî ya duh a li ser HDP'ê ji ANF'ê re axivî. Olûç diyar kir bi destgîrkirin û girtinan dixwazin ku HDP'ê tasfiye bikin û destnîşan kir ku operasyon parçeyek ji planên çokşikandinê ne. Olûç bi bîr xist ku AKP-MHP li hundir û derve ne serkeftî ye û hatiye dawiya rê.

Olûç got, ''Ev operasyona berdewama plana çokşikandinê ya 2014'an e. Dixwazin HDP'ê bi hemû hevalbend û pêkhateyên xwe ji qada siyaseta demokratîk tasfiye bikin.'' Olûç got xala dawî ya wê pêvajoyê ye ku 2016'an bi girtina Hevserokên wan û wekîlan dest pê kiribû. Olûç got lêpirsîna rûdanên 6-8'ê Cotmehê 2015'an dest pê kiriye û domand, ''Heta niha ti gav nehatibû avêtin. Li gel berxwedan li dijî hemû hewldanên tasfiyekirin û operasyonan hê jî hewl didin û dibêjin, 'gelo em dikarin plana çokşikandinê bibin sêrî.''

HATINE DAWIYA RÊ

Olûş şikastina AKP-MHP'ê ya li Deryaya Spî, Egeyê, Libyayê bi bîr xist, got êdî civak nema zêde guh dide tiştên ku AKP-MHP li Efrîn, Idlib an jî Bakurê Sûriyê û domand, ''Di polîtîkaya derve de ev çend xwedî firazeyeke kambax in, di destê wan de ma ku li hundir êrîşê bînin ser HDP'ê, dijminatiyê li Kurdan bikin, dijminatiyê li hêzên demokrasiyê û HDP'ê bikin. Diceribînin û dibêjin, gelo ev ê bi kêr were yan na.''

Olûç her wiha krîza aborî ya Tirk bi bîr xist û got, ''Dixwazin vê rewşê jî, bi lebikîna bi HDP'ê re û geşkirna gotinên nefretê ya li nav civakê, bi hiqûqa dijminatiyê dibêjin em dikarin bikin. Lê di vê de jî hatine dawiya rê, wê vê bibînin.''

WÊ WERIN DARIZANDIN

Olûç bi bîr xist li gorî ankêtan AKP-MHP gelekî qels bûye, bal kişande ser helwesta hêzên demokrasiyê, muxalefeta civakî û siyasî û got, ''Li bara vê operasyona qirkirinê ya dawî helwesteke tund nîşan dan. Hem li nav partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û hem jî li nav welatiyan helwesteke cidî diyar bû. Êdî ti kes qebûl nake ku Kurdan û HDP'ê bikin dijmin, tûşî gotinên nefretê bibin. Dema ku ev jî ji dest wan biçe tiştek di dest wan de namîne.''

Bi vê zilm û nehiqûqiya wan em ê wan tenê bihêlin. Bi teqezî em ê daxwazên xwe bi cih bînin, em ê bi ser bikevin. Ew ê jî têkçûneke mezin bixwin. Ji ber binpêkirina hiqûq, dad, heq û azadiyan bi teqezî bi çarçoweya rêgezên hiqûqa demokratîk wê werin darizandin. Ji ber vê jî em têdikoşin.''