Olîmiyata Ermenî ya Navneteweyî dest pê kir

7’emîn Lîstikên Olîmpiyatê yên Ermenî yên Navneteweyî li bajarê Stepanekert ê Komara Karabagê bi merasîmekê dest pê kir.

Olîmpiyat cara destpêkê beriya 20 salan hate lidarxisitn û îsal 7’emîn Lîstikên Olîmpiyatên Ermenî ya Navneteweyî pêk tê  û wê heta 17’ê Tebaxê bidome. Di olîmpiyatê de wê zêdetirî 5 hezar lîstikvan di 17 beşan de, ji bo 105 madalyayan bikevin pêşbaziyê.

Îsal olîmpiyat li Komara Karabgê tê lidarxistin û ji bo Ermeniyan xwedî sembolekî girîng e. Olîmpiyat li bajarê Stepanekert yê Komara Karabagê tê lidarxistin û ji çar parçeyên cîhanê Ermenî herîkîn bajêr.

MEŞALEYA OLÎMPIYATÊ HATE PÊXISTIN

Piştî merasîma derbasbûnê sînevîzyona ku ji aliyê komîteya olîmpiyatê ve hatî amadekirin û qala pêxistina meşaleya olîmpiyatê ya li Çiyayê Mûsa yê Hatayê dike hate nîaşndan. Di sînevîzyonê de hate gotin komîteya olîmpiyatê destpêkê bi balafirê serdana Wan ê dike; piştre qala serdanên li şaredariyê Wan, Îdir û Qersê hate kirin.

Piştre meşaleya olîmpiyatê hate pêxistin. 3 meşaleyên ku yek ji wan ji Ermenistan, yek ji Karabag û yek ji Çiyayê Mûsa yê Hatayê anîbûn qada merasîmê û bi nîşandana fîşekên hewayî meşale hatin pêxistin.

ZAKARYAN: OLÎMPIYAT JI BO ME GELEK BIWATE YE

Di destpêkê de Serokê Komîteya Lîstikên Olîmpiyatên Ermenî ya Navnetewî Îşkhan Zakaryan axivî. Zakaryan spasiya kesên ji destpêkê ve di lîstikan de ked dane kir û got ji bo olîmpiyatên îsaln kedeke mezin dane.

Zakaryan bibîrxist ku meşaleya olîmpiyatê ya îsal li Çiyayê Mûsa yê Hatayê hate pêxistin û got; “Ev lîstîk ji bo me gelek biwate ye. Olîmpiyateke ku Ermeniyên li her çar parçeyên cîhanê dijîn tîne ba hev. Li kuderê Ermeniyek dijî îro dil û ruhê wî li vir lê dide.”

Piştî axaftinan bi beşdarbûna hunermendên Ermenî yên di cîhanê de bi nav û deng konserek hate dayîn.

WÊ HETA 17’Ê TEBAXÊ BIDOME

Lîstikên olîmpiyatê ku li Komara Karabgê destpê kir û wê li Êrîvanê bidome 5 hezar û 244 lîstikvan beşdar dibin. Ji 161 bajarên 35 welatan lîstikvan wê di 17 beşên sporê de ji bo 105 madalyayan bikevin pêşbaziyê. Lîstikên olîmpiyatê wê 17’ê Tebaxê li Êrîvanê bidawî bibe.