Okyanûs wê rojeva sereke ya COP25 be

Şîlî ku wê îsal malovaniyê ji civîna bilind a avhewayê COP25 re bike, diyar kir ku okyanûs wê rojeva bingehîn a civîna bilind be.

Şîlî wê ji konferansa avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî re ku îsal wê cara 25'an pêk were malovaniyê bike. Şîlî wê okyanûsan bixe rojeva civîna bilind ku gefeke mezin li ser okyanûsan heye.

Civîna bilind a avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP25) wê meha Kanûnê li Şîlî ku welatekî Emerîka Başûr e pêk were. Şîlî li peravê Okyanûsa Pasîfîk e. Şîlî ku beşeke girîng a peravên xwe diparêze, hewl dide ku rewşa okyanûsan jî bixe rojeva hevdîtinên der barê avhewayê.

Li bajarê Bonn ê Elmanyayê pêşhevdîtinên der barê avhewayê didomin. Wezîra Hawirdorê Carolina Schmidt li pêşhevdîtinan de daxuyanî da û diyar kir, divê rola okyanûsan a li dijî germahiya global baş bê fêmkirin.

Schmidt diyar kir, ew civîna bilind a COP25'an her wiha weke 'COP Şîn' bi nav dikin û destnîşan kir, parastina okyanûsan wê bibe yek ji rojevên bingehîn ên hevdîtinên der barê avhewayê. Schmidt bi bîr xist, okyanûs gaza karbondioksit (CO2) a ku rê li ber germahiya global vedike dimête û got, ji ber vê yekê parastina okyanûsan divê bibe karê sereke.