NY, pêşnûmeya ku Îsraîlê mehkûm dike pejirand

Neteweyên Yekbûyî (NY), pêşnûmeya ku Îsraîlê ji ber kuştina bi dehan kesî li Şerîda Xezayê mehkûm dike, pejirand.

Ji meha Adarê û vir ve, di xwepêşandanên bi navê "Meşa vegera mezin" de li ser sînorê Xeza û Îsraîlê bi dehan kes mirin.

Pêşnûme biryara ku pêşkêşî Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hate kirin û Îsraîlê şermezar dike, bi dengê piraniya endaman hate qebûkirin. 120 ji 193 welatan destek dan pêşnûmeyê. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) jî di nav de 9 welatan dengê 'Na' dan.

Di dengdanê de 45 welat jî bê alî man.

Wekî din, pêşnûmeyeke din a ku ji aliyê DYA ve hate pêşkêşkirin û ji kuştina bi dehan kesî Hamasê berpirsyar nîşan dide, nehate qebûlkirin. DYA îdîa dike ku bûyerên li Xezayê ji ber Hamasê rû dane û Hamas berpirsyar e.