NY jî tevlî nîqaşên li ser nîjadperestiyê yên li DYA bû

Neteweyên Yekbûyî (NY) û Serokên berê yên DYA nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Donald Trûmp ên piştî şerê navbera nîjadperestan û dijberên wan ên li bajarê Charlottesvîlle yê DYA dabû.

Roja Înê li bajarê Charlottesvîlleyê nîjadperestên spî xwepêşandan lidar xistibûn û bûyerên şîdetê rû da bûn. Daxuyaniya Serokê DYA Donald Trûmp a li ser mijarê rê li ber nerazîbûnan vedike.

Nîjadperestekî bi wesayitê dabû nava komeke antî-faşîst û mirovek kuştibû. Trûmp jî di daxuyaniya xwe ya têkildarî bûyerê de komên çep û nîjadperest weke hev nîşan dabû.

Partiya Komarger, ku Trûmp jî endamê wê ye, nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Trûmp da. Ji serokên berê yên DYA yên ji Partiya Komarger bav û kur George Bûsh daxuyanî dan. George H.W. Bûsh û kurê wî George W. Bûsh daxuyaniyeke hevpar weşandin û gotin, "Divê Amerîka timî bawerîhişkiya nîjadî, dijminatiya li Yahûdiyan û her şêweyên nefretê red bike."

Serokê Komarger ê Meclîsa Nûneran Paûl Ryan jî destnîşan kir, ku parastina nîjadê spî 'mehdê mirovan dixelîne' û got, "Ev bawerîperestiya hişk, li dijî hemû nirxên welêt e."

Balkêş bû, lîderê berê yê rêxistina Kû Klûx Klan a nîjadperest Davîd Dûke piştgirî da daxuyaniyên Donald Trûmp. Dûke, ji ber ku 'terorîstên çepgir lenet kir' spasiya Trûmp kir.

Serokwezîra Brîtanya Mezin Theresa May jî destnîşan kir, ku nabe komên Nîjadperest û Nazî û yên li dijî wan derdikevin, di heman kategoriyê de bên nîşandan.

Wekî din, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres jî anî ziman ku ew ê gotinên serokdewletan şîrove neke, lê belê pîvanan destnîşan bike. Gûterres got, "Nîjadperestî, dijminatiya li biyaniyan, dijminatiya li Yahûdiyan an jî dijminatiya li Îslamê jehrê dide civakên me û li dijî vê dijminatiyê divê em li her derê rabin ser piyan."