NY ji hikumetan re got: Rewşên lezgîn wekî çekê bi kar neynin

Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Mîchelle Bachelet bang li welatan kir ku bila li gorî rêzikên hiqûqî tevbigerin û rayeyên rewşa lezgîn sûîstîmal nekin.

Bachelet di daxuyaniya nivîskî de got ku, “Zextên li ser azadiya ramanê dibe ku xisarê bide tevdîrên ji bo Covîd-19’ê û bandorên wê yên sosyoekonomîk.”

NY bal kişand ser zext û cezayên giran û diyar kir ku fikarên wan ên bêdengkirina çapemeniyê jî zêde bûye.

Bachelet got ku, “Dema mirov krîzê tîne ber çavê xwe diyar e ku ji bo dewlet li dijî vê krîzê bixebite, pêdivî bi hin rayeyan heye. Lê heke li gorî dewleta hiqûqê neyê tevgerîn dibe ku ev tişt rê li ber karesata li ser mafên mirovan veke. Hikumet divê rayeyên xwe yên lezgîn ji bo bêdengkirina mûxalefetê, kontrola civakê û domandina desthilatdariya xwe wekî çekekê bi kar neyne.

Nayê qebûlkirin ku kesên ku ji neçarî ji bo nanê xwe derketiye derve, bi hinceta ku li gorî qedexeya derketina derve tevnegeriyane werin girtin û şîddet li wan were kirin.”