NY ji bo 160 koçberên li Behra Spî bang kir

Neteweyên Yekbûyî ji bo 160 koçberên ku du hefte ne li Behra Spî asê mane, bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku bila peymanekê çêbikin.

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Koçê ya Navneteweyî bi daxuyaniyeke hevpar ji Malta û Yekîtiya Ewropayê xwest ku bila ji bo veguhêztina 16 koçberan hewldana xwe zêde bike.

Hate diyarkirin ku ev koçber ji ber şer ji Lîbyayê hatine û divê Malta wan qebûl bike. Bang li Ewropayê hate kirin ku bila ew jî di nav xwe de ji bo parvekirinê hevgirtinê bikin.

Her du saziyan diyar kirin ku 160 koçber du hefte ne, di keştiyan de ne.