NY: 80 welat armancên xwe yên ji bo avhewayê zêde dikin

Neteweyên Yekbûyî ragihand, herî kêm 80 welat ji bo pêşîgirtina li germahiya global wê armancên xwe zêde bikin.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji bo Avhewayê Luis Alfonso de Alba diyar kir, piraniya welatên ku mohra xwe danîne binê Peymana Avhewayê ya Parîsê, biryar dane ku sozên xwe yên ji bo kêmkirina bandora gaza serayê ji nû ve binirxînin. De Alba destnîşan kir, 80 welatan armancên xwe yên ji bo pêşîgirtina li germahiya global zêde kirine.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî got, tevî vê yekê jî armanca ku hatiye destnîşankirin ne di wê astê de ye ku tê xwestin.

JI BO PÊKHATINA ARMANCAN PÊWÎSTÎ BI HEWLDANEKE MEZIN HEYE

Di civîna bilind a Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP21) de, ku sala 2015'an li Parîsê pêk hat, Peymana Avhewayê hate amadekirin û Nîsana 2016'an pêşkêşî welatan hate kirin. Di encamê de 197 welatan mohra xwe danîn binî.

Armanca Neteweyên Yekbûyî ew e ku bandora gaza serayê ku rê li ber germahiya global vedike heta sala 2030'î bi rêjeya 30 ji sedî bê kêmkirin û heta sala 2050'î jî bi temamî bê bidawîkirin.

Neteweyên Yekbûyî dixwaze, germahiya global herî zêde 1,5 pile ji serdema beriya Şoreşa Pîşesaziyê zêde be.

Lê belê ji bo pêkhatina vê armancê, divê hilberîna petrolê, komirê û gaza xwezayî bi temamî bi dawî bibe.

Li gorî texmînan, eger germahiya global bi 2 pileyan zêde bibe wê karesatên mezin ên xwezayî rû bidin û wê bandorê li sed milyonan kesî bike.

Di belavkirina gaza serayê de Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) di rêza destpêkê de ye. Serokê DYE'yê Donald Trump, ji armancên avhewayê vegeriya ku serokê berî wî Barack Obama qebûl kiribû.

Piştî DYE'yê welatê ku herî zêde gaza serayê belav dike Komara Gel a Çînê ye.