Nûnerên NY, Rûsya û Emerîkayê ji ber vekişandinê nerazîbûn nîşan dan

Piştî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û vekişandina hêzên DYE yên li ser sînor, nûnerên Rûsya, Neteweyên Yekbûyî û Emerîkayê nerazîbûn nîşan dan.

Berdevkê Kremlînê Dmîtrîy Peskov got ku “Em hay ji çalakiyên Tirkiyeyê yên ji bo ewlekariya wan heye û em vî tiştî qebûl dikin. Lê ez careke din dubare dikim beriya her tiştî divê Tirkiye girêdayî yekparebûna axa Sûriyeyê be.”

Peskov ji bo vekişandina hêzên Emerîkayê jî got ku “Ne karê me ye ku em bibêjin nîşana çi ye. Jixwe hûn pozîsyona Rûsyayê dizanin. Helwesta me ya sereke ev e ku hemû hêzên ne rewa li Sûriyeyê ne, divê ji Sûriyeyê derkevin.”

BM TEVDÎRÊ WERNAGIRE, XWE JI TIŞTA HERÎ XERAB RE AMADE DIKIN

Koordînatorê Karên Mirovî yê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Panos Moûmtzîs jî diyar kir ku piştî vekişandina DYE, Neteweyên Yekbûyî xwe ji tişta xerab re amade dike.

MCGÛRK: TRÛMP DIYARÎYEK DA DAÎŞ’Ê

Nûnerê DYE ê kevn ê Sûriyeyê Brett Mcgûrk li ser twîtterê rexneyeke tund kir. McGurk got ku “Donald Trûmp ne Serokê Artêşê ye. Bêyî nîqaşan hin biryaran dide. Bêyî piştgirî leşkeran dişîne, piştî hevdîtineke bi telefonê dike pinepin û dike ku êrîşî tifaqên me, were kirin.”

GALLEGO: KURD WÊ CAREKE DIN TU CARÎ BAWERIYÊ BI EMERÎKAYÊ NEYNIN

Nûnerê demokratan ê Arîzonayê Rûben Gallego jî li ser twîtterê nerazîbûn nîşan da. Gallego got ku “Pesendkirina têketina Tirkiyeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê li Rojhilata Navîn bibe yek ji gava ku herî xerab. Wê Kurd careke din baweriyê bi Emerîkayê neynin. Ji bo ku xwe biparêzin wê li tifaqên din bigerin.”