Nûnerê Trump li Efganistanê ye

Piştî ku Serokê Emerîkayê Trump biryar wergirt ku bi Talîbanê re ji nû ve dest bi hevdîtinan bike, nûnerê taybet Zalmay Khalîlzad ragihand ku wê biçe Efganistanê û piştre biçe Qatarê.

Hevdîtinên navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Talîbanan piştî navbera 3 mehan ji nû ve dest pê dikin. Nûnerê Taybet ê DYE'yê Zalmay Khalîlzad ku Trum ew ji bo hevdîtinan wezîfedar kir çû Efganistanê.

Wezareta Karên Derve ragihand ku Khalîlzad doh gihîşt paytexta Efganistan Kabûlê û wê bi Serokkomarê Efganistanê Eşref Ganî û rayedarên Efgan re li ser şêweyê danûstandinên bi Talîbanan re hevdîtinê bike. Li gorî daxuyaniyê Khalîlzad wê piştre derbasî Qatarê bibe ku hevdîtin lê bê kirin. Lê belê nehate eşkerekirin ku wê kengî derbasî Qatarê bibe.

Donald Trump piştî ku hefteya derbasbûyî ji nişka ve derbasî Efganistaê bû ragihand ku ew amade ne bi Talîbanê re ji nû ve dest bi hevdîtinan bikin. Lê belê Talîbanê heta niha der barê mijarê daxuyaniyek neweşandiye.

Trump di 7'ê Îlonê de ragihandibû ku wan hevdîtin rawestandine. Serokê DYE'yê êrişeke ku Talîbanê berpirsyariya wê da ser milê xwe weke hinceta vê biryara xwe ragihand, ku di wê êrişê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn ku yek jê leşkerekî Emerîkî bû.