'Nûjiyan kedkareke durust bû'

Nûçegihan Sara Xwînda diyar kir, şehîda çapemeniya azad Nûjiyan Erhan kedkareke çapemeniyê ya durust bû ku tevî nebûna derfetan û zehmetiyan jî bêrawestan dixebitî.

Nûçegihan Sara Xwînda qala şehîda çapemeniya azad Nûjiyan Erhan kir. Xwînda diyar kir, wê cara yekemîn Nûjiyan Erhan li Zagrosan dît û got, "Em bi hev re di Avaşînê de meşiyan. Min cara yekê dîtibû, lê gelekî ji dil bû. Ji bo amadekirina dokûmantera Sakîne Cansiz hatibû Zagrosan."

PIŞTÎ ZAGROSAN BERÊ XWE DA ŞENGALÊ

Xwînda anî ziman, piştî Zagrosan wê Nûjiyan li Şengalê dît û got, "Dema ku em li Şengalê dixebitîn ez careke din li hevala Nûjiyan rast hatim. Sala 2015'an çûbû Şengalê. Wê nekarîbû xwe li komkujiyên li Şengalê rabigire. Li dijî hêzên ku li Şengalê komkujî kirin gelekî bi hêrs bû. Hêrsa wê kir ku berê xwe bide Şengalê. Ji bo rastiya gemarî ya li Şengalê hatiye kirin eşkere bike timî xebitî û hewl da. Nûjiyan dilsoza azadiyê bû. Dilsoziya wê kir ku ew civakî bibe û bi xaka xwe re bibe yek. Ji ber van taybetmendiyên xwe hem ji aliyê şervanan hem jî ji aliyê gel ve dihate hezkirin."

BI ŞEV Û ROJ DIXEBITÎ

Xwînda diyar kir, Nûjiyan Erhan li nava şert û mercên herî giran, di nava şerê dijwar de nûçegihaniya şer kir, hewl da aliyên civakî û leşkerî yê rewşê ragihîne û got, "Dixwest bi rêya pênûsa xwe tola jinên Şengalî hilîne û ev yek jî bi karê li ser maseyê nedikir. Li nuqteyên herî metirsîdar ê şer digeriya, şervanên azadiyê dişopand û rastiya li Şengalê kêlî bi kêlî, roj bi roj ji raya giştî re radigihand. Li Şengalê bê rawestan ji bo eşkerekirina rastiyan bi şev û roj xebitî."

KEDKAREKE DURUST BÛ

Xwînda bal kişand ser nebûna derfetan û zehmetiyên avhewayî yên li Şengalê û got, "Hem germ hem jî serma Şengalê gelekî ziwa ye. Zivistanê serma gelekî dijwar e, havînê jî germeke gelekî dijwar heye. Hema bêjin li Şengalê tenê havîn û zivistan heye. Dema zivistanê bû. Hewa gelekî sar bû. Hevala Nûjiyan wextekê li cihekî ku ji naylonê amade kiribû dima. Tevî nebûna derfetan jî ew bi dilsoziya azadiyê dijiya. Bê rawestan dixebitî. Miroveke şen bû, gelekî bedew bû. Kedkareke durust bû ku bi armancên xwe ve dilsoz bû. Wê her tim ji me re bibe mînak."

EW BI ZANEBÛN KIRIN HEDEF

Nûçegihan Sara Xwînda destnîşan kir ku êrîşa li Nûjiyan Erhan hate kirin bi zanebûn bû û got, "Kedkareke çapemeniya azad bû ku rastiya PDK'ê ya di dema komkujiya 3'ê Tebaxê de eşkere kir. Zîhniyeta ku nekarî xwe li vê yekê rabigire, timî êrîşî jinan kir. Hevkariya AKP û PDK'ê 3'ê Adarê li Xanesorê komkujî kir. Di vê komkujiyê de jî nûçegihan bi taybetî jî nûçegihanên jin bûn hedef. Sûîqesta li dijî hevala Nûjiyan ji rêzê nebû, bi zanebûn ew kirin hedef û bi vî rengî komkujî kirin. Mejiyê çete yekser êrîşî Nûjiyan Erhan kir."

'HÊRSA ME MEZINTIR KIR'

Xwînda diyar kir, şehîdxistina Nûjiyan Erhan hêrsa wan mezintir kir û piştî wê hejmara nûçegihanên jin ên şer zêdetir bûn. Xwînda got, "Em ê ti carî şehîdxistina hevala Nûjiyan ji bîr nekin. Wê li her deverê Nûjiyanên nû bigihêjin û rastiyan derxînin holê. Ji bo eşkerekirina rastiyan em ê timî têbikoşin."