NPG'ê çalakiya gerîla ya li Çelê silav kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) çalakiya gerîla ya ku 17'ê Îlonê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî hêzên dagirker hate lidarxistin, silav kir.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) peyamek ji Fermandariya Eyaleta Zapê re şand û diyar kir, "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de ku li qada we dewam dike, çalakiya ku 17'ê Îlonê li Girê Şehîd Bîlal ê navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî hêzên dijmin bi çekên ferdî û navîn hate lidarxistin, çalakiyeke encamgir bû."

Di dewama peyamê de hate gotin: "Di çalakiyê de çeper û teknîka dijmin hate îmhakirin, dagirkerên tê de hatin cezakirin û êrişên bi teknîka giran a dijmin ku piştre hatin kirin, bi hunereke xurt manewrayê hate pûçkirin. Piştre jî operasyona dijmin şopandin û taktîka sabotajê bi afirîneriyê pêk anîn. Ev yek bû mînaka şênber a yekbûna taktîkên dewlemend û afirîneriya Gerîlayên Modernîteya Demokratîk.

Li ser bingeha xeta gerîlayên modern ên serdema nû çeperên dijmin hatin îmhakirin û piştre bi taktîka sabotajê derb lê hate xistin, gelek dagirker hatin cezakirin. Em fermandar û hevrêyên şervan hemûyan ên di vê çalakiya serketî de keda wan heye pîroz dikin, serketinê ji wan re dixwazin.

Li ser vê bingehê we û di şexsê we de hêzên eyaleta we hemûyan bi ruhê pêngava 'Dem dema azadiyê ye' silav dikin û serketinê ji we hemûyan re dixwazin."