Norwêciyan bang kir: 20'ê Çileyê bila bibe Roja Efrînê ya Cîhanê

Gelek rêxistin û komeleyên li Osloyê bang kirin ku 20'ê Çileyê bibe Roja Efrînê ya Cîhanê.

Li paytexta Norwêc Osloyê, gelek rêxistin û komeleyan bang kirin ku 20'ê Çileyê weke 'Roja Efrînê ya Cîhanê' were naskirin.

Dostê Kurd siyasetmedar û nivîskar Erlîng Folkvord û aktîvîsta Norwêcî Tord Vîktor bi navê rêxistin û komeleyan li navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Osloyê daxuyanî dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, herêma Efrînê ya Sûriyeyê, beriya êrîşa Tirkiyeyê ya Çileya par, herêmeke ewle bû û hate gotin, "Piraniya gelên li vê herêmê Kurd in. Hin Ereb û Tirkmenên ji ber şerê li Sûriyeyê ji cih û warê xwe bûn, xwe li Efrînê girtin.

Hikumeta Efrînê, tevî ku cihê xwe di şerê navxweyî yê sala 2011'an de yê ji bo têkbirina Esad negirt jî, bi demê re beşdarî nava Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bû. Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ji bo sîstema civakî ya pir alî û demokratîk a vê federasyonê ji holê rake, di şerê Sûriyeyê de gelekî hewl da.

Piştî ku Tirkiyeyê dest bi êrîşa dagirkeriyê ya li ser Efrînê kir, mîna xwecihiyên Efrînê gelek mexdûrên şer ên xw eli Efrînê girtin, neçar man Efrînê biterikînin."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin, êrîş û dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve, li dijî hiqûqa navneteweyî ye, binpêkirina serweriya Sûriyeyê ye û hate gotin, "Efrîn hîn jî dagirkirî ye. Ji bo Tirkiye hêzên xwe yên leşkerî hemûyan ji Efrînê vekişîne, em bang li Neteweyên Yekbûyî û welatên endam hemûyan dikin ku zextê li Tirkiyeyê bikin.

Heta ku Efrîn dagirkirî be, nepêkan e ku aştî li herêmê bi cih bê. Ev yek hem ji bo artêşa Tirk, he mjî ji bo komên cîhadîst ên bi pereyan ji Tirkiyeyê re leşkeriyê dikin, derbas dibe.

Ji ber vê yekê, em bang li partiyên siyasî, sendîka û saziyên din hemûyan dikin ku 20'ê Çileyê weke Roja Efrînê ya Cîhanê nas bikin û destekê bidin."