Norwêcê Somaliyekî 32 salan li Norwêcê bû dersînor kir

Polîs û Daîreya Koçberan a Norwêcê karekî din ê sosret kirin û Josof Ahmed Îsmaîl ê Somaliyî ku 32 salan li Norwêcê bû, dersînor kirin û şandin Tazmanyayê.

Polîsê Norwêcê, Josof Ahmed Îsmaîlî yê 32 salan li Norwêcê bû û mafê wî yê bêdem ê mayinê hebû, dersînor kir û şand Tazmanyayê. Piştre jî dema fêhm kirin ku şaşitî kirine, çûn Somalî û Îsmaîl anîn.

Biryara sosret a dersînorkirinê ji aliyê yek ji qenalên mezin ên televîzyonê yên Norwêcê TV 2 ve hate ragihandin.

Îsmaîl, sala 1987'an li Norwêcê ji bo mafê penaberiyê serlêdan kir û serlêdana wî hate qebûlkirin. Daîreya Koçberiyê sala 2009'an îdîa kir ku di dema serlêdana penaberiyê de li ser nasname û welatê xwe agahiyên şaş daye.

Did ema serlêdanê de pasaporta welatiyê Tanzanyayê Abdulhakîm hassan Warsama bi Îsmaîl re hebû. Daîreya Koçberan sala 2012'an îdîa kir ku Îsmaîl xwediyê rastî yê pasaportê ye û biryar da ku mafê wî yê mayinê jê bê standin û dersînorî Tanzanyayê were kirin.

Îsmaîl ji nişka ve mafê mayinê, daîre û karê xwe ji dest da û ji bo neyê dersînorkirin 6 salan bi kaxiz di nava şert û mercên giran de ma.

Îsmaîl Sibata îsal hate girtin û ji aliyê 3 polîsan ve li balafirekê hate siwarkirin û ew birin Tanzanyayê.

Polîsê Tanzanyayê, bi hinceta ku bi zimanê wan nizane Îsmaîl girt. 15'ê Adarê jî bi hinceta ku bi rengekî ne qanûnî ketiye Tanzanyayê biryara dersînorkirina wî da.

Piştî ku Sefaretxaneya Somalî, malbat û hevalên wî 2 hezar dolar kefalet da, hate berdan. Dûre neçar ma biçe Somalî ku beriya 30 salan jê reviyabû.

Piştî van bûyeran, polîs û Daîreya Koçberan fêhm kirin ku şaşitî kirine û ji bo Îsmaîl bîne Norwêcê sê wezîfedar şand Somalî. Vê şaşitiyê hem jiyan li Îsmaîl herimand, hem jî bi 201 hezar 233 kronî zerar da dewleta Norwêcê.

Îsmaîl ku mafê mayinê ji nû ve jê re hatiye dayin, hewl dide li Norwêca ku berî 32 salan hatibû, ji nû ve jiyana xwe ava bike. Nûçegihanê TV 2 jê pirsî, li Norwêca ku zêdeyî 30 sala lê ye tiştekî xwe heye yan na? Îsmaîl jî got, "Nexêr, tiştekî min nîne."