Nobedarên azadiyê: Em bi ser bikevin, gelê Kurd wê bi ser bikeve

Çalakgerên nobeda "Azadî ji Ocalan re" yên koma ji Dûîsbûrgê ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo azadiya Ocalan nobedê dikirin, diyar kirin ku şikandina tecrîdê wê bibe serketinek ji bo azadiya gelê Kurd.

Çalakgeran hefteya 343'an ên nobeda 'Azadî ji Ocalan re' Bêrîvan Talay, Kahraman Çelîkçel, Mûstafa Tûzak û Oktay Akaslan, serdana berxwedêrên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin û piştgirî dan berxwdêran.

Berdevka komê Bêrîvan Talay bi navê çalakgerên nobedê axivî û li dijî tecrîdê bang li gelê Kurd kir ku tevlî çalakiyan bibe. Talay got, "Banga me li gelê me ye; em rabin ser piyan, dest bidin hev û Rêberê xwe ji nava tecrîdê rizgar bikin."

Talay anî ziman, tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina 40 milyon Kurdî ye û got, xwedîderketina li Ocalan wê faşîzma AKP'ê têk bibe.

Talay diyar kir, eger gelê Kurd ranebe ser piyan wê wiha bke û got, "Eger em winda bikin, wê gelê Kurd ê ji 40 milyon Kurdî ye winda bike. Eger em bi ser bikevin wê gelê Kurd bi temamî bi ser bikeve." Talay destnîşan kir, azadiya Ocalan azadiya Kurdan û gelên Rojhilata Navîn hemûyan e.