Nifûsa Latîn Amerîkayê wê sala 2058'an bigihêje asta herî bilind

Li gorî raporekê nifûsa Latîn Amerîka û Karayîpê wê sala 2058'an bigihêje asta herî bilind.

Li gorî analîzên nifûsê yên ji aliyê Komîsyona Aboriyê ya Latîn Amerîka û Karayîpan (Cepalc) ve hate weşandin, zêdebûna nifûsê didome û sala 2058'an wê bigihêje asta herî bilind, yanî nifûsa mirovan a li wan herêman wê bibe 767,5 milyon mirov. Piştî salekê wê li herêma Latîn Amerîka û Karayîpê nifûs ji ber koçberiyê kêm bibe.

Mezinbûna herî zêde ya demografîk a herêma qala wê tê kirin di navbera salên 1985 û 1990'î de pêk hat, ku 8.2 milyon mirov zêde bûn. Lê belê piştî sala 1990'î mezinbûna nifûsê lawaz bû û daket asta 6 milyon mirovan.

Li gorî raporê di pêvajoya derbasbûnê ya demografîk de rêjeya jidayikbûnê gelekî kêm bû.

Mezinbûna demografîk di heman demê de wê nifûsê extiyar bike. Di raporê de hate gotin, "Di sala 2050'î de her yek ji pênc kesan wê di ser 65 salî re bin."