Nexweşiya MS bi floraya roviyan re têkildar e

Li gorî xebateke berfireh a li Elmanyayê hate kirin, dibe ku nexweşiya Multîpl Sklerozê(MS) bi floraya mirovan a roviyan re têkildar be.

Enstîtuya Norobiyolojî ya Max-Planck  50 cêwiyê ji yek hêkî lêkola û bi taybetî li ser floraya roviyan a nexweşiyan rawestiya. Di vê de bandora avaniya genetîk a cêwiyên ji yek hêkî hîkar bû, li ser floraya roviyan a nexweşiya MS'yê ya yek ji cêwiyan hûr bûn.

Floraya roviyan a cêwiyên ku bi vê nexweşiyê ketine enjekteyî mişkên ceribandinê kirin. Diyar bû ku hemû mişkên ceribandinê bi nexweşiya edabgirtina mêjî ya wekî MS'ê ketin.

Di encama lêkolînê de diyar bû ku şaneyên di floraya roviyan a mirovan de ji bo ku şaneyên-T'yê yên ku rê ber li ber nexweşiya MS'ê vedikin, bi risteke girîng radibin.

Di lêkolîna Enstîtuya Norobiyolojiyê ya Max-Plan de li gel zanîngehên Elman ji Zanîngeha Kalîforniyayê ya DYA'yê jî gelek pispor hazir bûn.

Enstîtuyê daxuyanî da û got, teoriyên ku dibêjin pêkhateyên di floaraya  roviyan de di nexweşiya MS'ê de diyarker in bi lêkolînê hatine çespandin, ji bo encamên teqeztir ên bi vê bi warê lêkolîn wê berdewam bin.

Nexweşiya MS'ê nexweşiyeke xwe-ragerînînê ye ku di navbera mejî û marîpiştê de derdikeve, tedawiyeke wê ya teqez nayê zanîn. Lê bi dermanan temenê nexweşan tê dirêjkirin û êşa nexweşiyê tê sivikkirin.