Neteweyên Yekbûyî ji bo parastina jinan bang kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres ji bo parastina jin û zarokên keç ên li malê banga global kir.

Bi pandemiya Covîd-19 re tundiya li jinê û ya li nava malê jî zêde bû. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo balê bikişîne ser vê rewşê hem bi nivîskî hem jî bi dîmen bi zimanên Fransî, Erebî, Spanî, Çînî û Rûsî bi gelek zimanan peyamek weşand.

Antonîo Gûterres bi bîr xist ku ji bo têkoşîneke baştir li dijî şewbê bê meşandin beriya niha di asta global de bang agirbestê kiribû û vê carê ji bo jinan bang kir.

Gûterres got, "Mixabin gelek jin û zarokên keç dibin hedefa tundiyê."

Gûterres anî ziman ku jin li devera ku hîn bêhtir bên parastin dibin hedefa tundiyê û got, "Li mala xwe ne. Ji ber vê yekê îro ji bo aştiya li cîhanê, li malê, li nava malbatê bangeke nû dikim."

Gûterres got, "Hefteyên dawî ji aliyekî ve zextên aborî û civakî zêde bûn, li aliyê din tirs çêbû, li aliyekî jî tundiya li nava malbatê li cîhanê zêde bû."

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bang li hikumetan hemûyan kir ku tevdîrên li dijî tundiyê werbigirin û di çarçoveya planên çalakiya neteweyî yên li dijî Covîd-19 alîkariyê bi mexdûran re bikin.