Neteweyên Yekbûyî ji Îsraîlê xwest ku berpirsyaran ceza bike

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Zeyd Raad El Huseyin bang li Îsraîlê kir ku hêzeke zêde li dijî xwepêşandêrên li Gazzeyê bi kar nîne û berpirsyaran ceza bike.

Rayedarê Neteweyên Yekbûyî El Huseyin daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Her hefte mînak ji me re tê ku nîşan dide, li dijî çalakgerên bêçek hêzeke giran a rê li ber mirinê vedike tê bikaranîn."

El Huseyin ragihand ku 42 Fîlîstînî hatine kuştin ku 4 jê zarok in û 5.500 jî birîndar bÛne.

Ji dawiya meha Adarê û vir ve her roja Înê bi deh hezaran Fîlîstînî ji bo mafê xwe yê vegera li cih û warên xwe li Şerîda Gazzeyê li hev dicivin. Fîlîstînî piştî ku Îsraîl sala 1948'an ava bû ya ji axa xwe hatin derxistin ya jî reviyan.

Rayedarê Neteweyên Yekbûyî got, "Zarok keviran jî biavêjin, di her kêliyê de dikarin li bersiveke giran a hêzên ewlekariyê yên çekdar rast bên ku di encamê de dikarin bên kuştin û bi giranî birîndar bibin."

Roja Înê, di şerê bi artêşa Îsraîlê re 16 Fîlîstînî hatibûn kuştin. Ev bîlanço ji sala 2014'an û vir ve bîlançoya herî giran e. Bi hezaran kes tevlî merasîma cenazeyên 16 kesan bûn.

Komîserê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ku li dijî mirovên molotof kokteyl û keviran diavêjin divê çek neyê bikaranîn û xwest, berpirsyarên rê li ber mirin û birîndariya giran vekirine divê bên cezakirin.