Netanyahû: Em ê koloniyên Şerîaya Rojava tevlî xaka xwe bikin

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû, soz da ku koloniyên li Şerîaya Rojava ku raya giştî ya cîhanê weke der qanûnî dibîne, bi Îsraîlê ve girê bide.

Benyamîn Netanyahû, soz da ku heke hilbijartinê qezenç bike, wê koloniyên li Şerîaya Rojava bi Îsraîlê ve girê bide. 

Netanyahû ku ji televîzyona Îsraîlê ya bi navê Îsraîl 12 re axivî got, “Bêyî cudatî bixim navbera koloniyên ku di navbera blokên Koloniyan (ên herî mezin) de îzole bûne, ez ê bixin bin serweriya Îsraîlê."

Koloniyên li herêmên ku Îsraîlê sala 1967’an û pê de dagir kirî hatine avakirin, li gorî hiqûqa navneteweyî der qanûnî ne. Beşeke mezin a raya giştî ya navneteweyî van koloniyan li pêşiya aştiyê weke astengeke mezin dibîne. 

Fikar tê kirin, eger ev kolonî tevlî xaka Îsraîlê were kirin wê hewldana ji bo çareseriya 'bi du dewletan' ji holê rabe. Çareseriya bi du dewletan, armanc dike ku dewletên Filistîn û Îsraîlê li kêleka hev û bi şîrîkatî bijîn. 

Tê diyarkirin ku Netanyahû ji bo ku dengê rastgir û milliyetgiran ên di hilbijartina wê 9’ê Nîsanê li Îsraîlê pêk bê bigire, serî li mijareke wiha daye. 

Zêdetirî 400 hezar Îsraîlî li koloniyên Şerîaya Rojava dijîn. 200 hezar kes jî li herêmên ku LiQudsa Rojhilat hatî dagirkirin û bi Îsraîlê ve hatî girêdan, dijîn. 

Berdevkê Serokdewletê Filistînê Mehmûd Ebbas, Nebîl Ebû Rîdaniye, di daxuyaniya xwe ya ji Ajansa Nûçeyan a Reutersê re dayî de got, “Tedbîrên hatî girtin û daxuyaniyên hatî kirin, rastiyan naguherînin. Ev kolonî ne qanûnî ne û wê bên rakirin.” 

Filistînî rexne dikin ku rêveberiya Serokê DYE’yê Donald Trûmp, aliyê Îsraîlê digire û ev jî rista dîrokî ya navbeynkariya DYE’yê dixe nav şik û gumanan.

Hewldanên di navbera her du aliyan de sala 2014’an piştî hewldanên serneketî yên rêveberiya Barack Obama û pêde sekinîne.