Nerazîbûnên gel ên li Girê Spî li dijî dagirkeran mezin dibe

Li Girê Spî ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de hêrsa gel li dijî serdegirtina malan û revandina taybet a jinan mezin dibe. Gel panzera Tirk didin ber keviran.

Çalakiyên gel ên piştî çeteyên Cephe El Şamiye ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker avêtin ser malan û di serdegirtinê de jin jî di nav de gelek sivîl revandin û şûnde destpê kir, bi tevlîbûna jin, mêr, zarok û kal jî di nav de bi sedan kes dewam dike.

Gelê Girê Spî bang kir ku sivîl bên azadkirin, piştî ku leşkerên Tirk ev yek red kir, gel li deriyê sînor kom bûn û panzara dagirkeran dan ber kevian. Gel dirûşmên bila dagirker ji Girê Spî derkevin dikin.

Çalakiya gel dewam dike.