Nerazîbûna li biryara Trûmp a li ser Qudsê

Biryara Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), ku Quds bi rengekî fermî weke paytexta Îsraîlê nas kir, di serî de li DYA li tevahiya cîhanê rê li ber nerazîbûnan vekir.

Rêveberiya Fîlîstînê û Lîga Ereb dan xuyakirin ku DYA rola xwe ya navbeynkariyê ji dest daye. Gelek welatan jî dan xuyakirin ku ew ji ber xeteriya rûdana şer bi fikar in.

BAL KIŞAND SER ÇARESERIYA BI RÊBAZA DU DEWLETAN

Donald Trûmp ku Quds weke paytexta Îsraîlê nas kir, di heman demê de got ku ew alîgirê çareseriyek bi rêbaza du dewletan e. Lê belê ev daxuyanî, teza ku dibêje 'Quds bi temamî ya Îsraîlê ye' xurtir kir û hat wateya redkirina daxwazên gelê Fîlîstînê.

Trûmp di dewama daxuyaniya xwe de banga 'aramiyê' li aliyan kir û ragihand ku alîkarê wî Mîke Pence wê di rojên pêş de biçe herêmê. Trûmp, tevî ku demek diyar nekir jî ragihand ku wî ferman daye ji bo Sefaretxaneya Bilind a DYA ya li Tel Avîvê bar bike Qûdsê. Tê texmînkirin ku barkirina sefaretxaneyê bi salan dewam bike.

KOMARGERAN Û BEŞEK JI DEMOKRATAN DESTEK DAN

Biryara Trûmp ku duh bi rengekî fermî ragihand, li gelemperiya cîhanê rê li ber nerazîbûnan vekir. Li Kongreya DYA jî gelek hilbijartiyan destek dan vê biryarê.

Serokê Meclîsa Nûneran ê ji Partiya Komarger Paûl Ryan got, "Demeke dirêj bû ku li benda rojeke bi vî rengî bûn." Ryan îdîa kir ku Quds 'paytexta nayê parçekirin' a Îsraîlê ye û bi vî rengî ji Trûmp jî wêdetir helwestek nîşan da.

Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Kongreyê Elîto Engel jî da xuyakirin ku hikumeta Îsraîlê ji xwe li Qudsê ye û biryara Trûmp jî 'sererastikrina neheqiyeke dehan salan e'.

PIRANIYA DEMOKRATAN DI WÊ BAWERIYÊ DE NE KU BIRYAREKE ZÛ HATIYE GIRTIN

Tevî ku hin senatoriyên ji Partiya Demokrat û endamên Meclîsa Nûneran destek dabin biryarê jî, piraniya endamên partiyê li dijî biryara Trûmp derdikevin.

Demokrat dibêjin 'biryar zû hatiye girtin' û destnîşan dikin ku ev yek wê şîdeta li herêmê sortir bike. Seroka Koma Partiya Demokrat a li Meclîsa Nûneran Nancy Pelosî hişyarî da ku biryar wê 'belasebep' tansiyonê bilind bike û karê bicihanîna aştiyê zehmet bike.

Senatorê Komarger John McCaîn jî li ber rêbaza Trûmp rabû. McCaîn destnîşan kir ku biryara li ser statuya timî û zelal a Qûdsê ancax ji aliyê gelên Fîlîstîn û Îsraîle ve di çarçoveya pêvajoyeke aştiyê ya navneteweyî de bê girtin.

ÎSRAÎL JI BIRYARÊ KÊFXWEŞ E

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû daxuyaniya Trûmp 'silav' kir û got, biryar 'dîrokî' ye. Netanyahû ji dewletên din ên cîhanê jî xwest ku DYA ji xwe re bikin 'mînak' û sefaretxaneyên xwe li Qudsê bi cih bikin.

ABBAS: HEWLDANÊN AŞTIYÊ TÊN BINAXKIRIN

Serokdewletê Fîlîstînê Mahmûd Abbas nerazîbûn nîşanî biryarê da û anî ziman ku DYA wê nema karibe demeke dirêj rola xwe ya navbeynkariyê bidomîne. Abbas got, "Ev tedbîrên ku nayên qebûlkirin û bi xweşbînî nayên dîtin, bi zanebûn hemû hewldanên ji bo aştiyê binax dikin."

LÎGA EREB: BAWERIYA BI BÊALÎTIYA AMERÎKIYAN HEJIYA

Sekreterê Giştî yê Lîga Ereb Ahmed Ebû el Gayt jî anî ziman ku biryar weke derbekê li têkiliyên Ereb-Amerîka û rola navbeynkariyê ya DYA ya navbera Fîlîstîn û Îsraîlê ketiye. El Gayt ragihand ku biryara Trûmp baweriya Ereban a bi 'bêalîtiya' Amerîkiyan hejandiye û diyar kir ku ew biryarê şermezar dikin.

HAMAS: DYA WÊ JI BO BERJEWENDIYÊN XWE DERIYÊ DOJEHÊ VEKE

Di daxuyaniya Hamasê de biryara DYA ya naskirina Qudsê weke patyexta Îsraîlê bi tundî hate şermezarkirin. Rêveberekî payebilind ê Hamasê Îsmaîl Radûan got, biryar wê ji bo berjewendiyên DYA yên li herêmê 'deriyên dojehê' veke. Radûan bang li welatên Misilman û Ereb ki rku têkiliyên aborî û siyasî yên bi sefaretxaneyên Amerîkî re bibirin û sefîrên bilind ên Amerîkî dersînor bikin. Hamasê banga 'Binavxkirina DYA li herêmê' kir.

DYA DER BARÊ GER Û GEŞTÊ DE HIŞYARÎ DA DÎPLOMATAN

Wezareta Karên Derve ya DYA piştî biryara Trûmp nivîsek hişyarkirinê ji dîplomatên li sefaretxaneya xwe ya bilind re şand. Di nivîsê de ji dîplomatan hat xwestin, ku eger ne ji neçarî be, gera xwe ya li Îsraîl û Fîlîstînê heta 20'ê Kanûnê taloq bikin.

FRANSA WÊ DESTEKÊ NEDE BIRYARÊ!

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron jî destnîşan kir ku biryara Trûmp ne rast e û welatê wî wê destekê nede vê biryarê.