NCDK-S 2’emîn kongreya xwe li dar xist

Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan (NCDK-S Lozan) li bajarê Lozan ê Swîsreyê 2’emîn kongreya xwe li dar xist.

Li bajarê Lozan  ê Swîsreyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan (NCDK-S Lozan) 2’emîn kongreya xwe li dar xist. Kongre bi tevlîbûna dehan endam, nûnerên partî û rêxistinên dostên Kurdan ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Piştî hilbijartina dîwanê, bêdengiya dewletên cîhanê ya li dijî hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê û pêvajoya siyasî ya dawî hate nirxandin. Di kongreyê de raporên xebatên demê û maliyeyê hatin xwendin û komîsyonên komeleya têkiliyên derve, çand, huner, perwerde, ragihandin û malbatên şehîdan hate avakirin. Hatîce Kandal û Fûat Dûman bûn hevserokên meclîsa ji 27 kesan pêk tê. Kongre bi dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ bi dawî bû.