NATO'yê Rûsya sûcdar kir, DYA'yê gefa betalkirin INF'ê xwar

Piştî DYA'yê, vê carê NATO'yê Rûsya sûcdar kir ku li gorî peymana çeka nukleerî INF'ê ya sala 1987'an hate îmzekirin, tevnagere.

Piştî Civîna Bilind a Wezîrên Karên Derve yên NATO'yê, daxuyaniyek hate weşandin. Di daxuyaniya çapemeniyê de hate îdîakirin, Rûsya sîstemên fuzeyê çêdike ku Peymana Hêza Nukleerê ya Menzîl Navîn (INF) pûç dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin, sîstema fuzeyê ya bi navê Novator 9M729 a Rûsyayê tê wateya binpêkirina INF'ê û hate îdîakirin, ev sîstem gefa ewlekariyê li Ewropa û Atlantîkê dixwe.

Di daxuyaniyê de xwedî li gotinên Serokê DYA'yê Donald Trûmp hate derketin, ku Trûmp jî bi heman rengî Rûsyayê sûcdar dike.

POMPEO GEF XWAR KU XWE JI PEYMANÊ VEKIŞÎNE

Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Mîke Pompeo jî diyar kir ku sîstema ji aliyê Rûsyayê ve hatiye çêkirin, yekser gefê li Ewropayê dixwe û got, eger rêveberiya Moskowa 'şaştiyên xwe qebûl neke', wê DYA di nava 60 rojî de dest bi prosedura vekişîna ji nava INF'ê bike.

Pompeo hişyarî da û got, eger Rûsya gavê neavêje, bê wateye ku DYA bi tena serê xwe li gorî peymanê tevbigere.

Peymana INF'ê sala 1987'an di navbera Serokê DYA'yê Ronald Reagan û Serokê Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sowyetan (SSCB) Mîhaîl Gorbaçov ve hatibû îmzekirin.