Nasnameya 4 gerîlayan hate eşkerekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayan eşkere kir ên ku di şerê 7-13’ê Hezîranê yê li Amedê de jiyana xwe ji dest dabûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku şer di 7-13’ê Hezîranê de li bejiya Licê pêk hatiye. HPG’ê diyar kir ku di du şerên cihê de çar gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.

Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:

“Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi awayekî hovane êrîşî gelê Kurd  û nirxên gelê Kurd dike. Li hemberî van êrîşan gerîlayên me li her qadê derbên giran li dijmin dixin. Berxwedana fedaî ya gerîlayên me bûye hêza sereke ya ku nirxên azadiyê diparêze. Gerîlayên me di sala 2018’an de derbên giran li dagirkeran dixe û artêşa dagirker di medyaya xwe de windahiyên xwe vedişêre.

Yek ji berxwedana qehremanî di 7’ê Hezîrana 2018’an de li Amdê pêk hatiye. Li Qada Apê Mûsa ya Amedê artêşa Tirk a dagirker operasyoneke berfireh li dar xistiye. Dema ku dijmin derketiye eraziyê, hêzên me dora yekîneyeke dijmin girtine. Di vê çalakiyê de gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û birîndarkirin. Dijmin ji ber ku tengijiya, ji Hênê taqwiye ji wan re hatiye û artêşa dagirker piştre ev qad bi balefir û helîkopteran bomberdûman kiriye. Di vî şerî de hevalê me Zinar Amed û Şevger Amed heta guleya xwe ya dawîn şer kirine û şehîd bûne.

Me di 13’ê Hezîrana 2018’an de daxuyanî dabû û diyar kiribû ku di 9’ê Hezîranê de saet di 08.30’an de li nêzî gundê Manîsor ê Licêya Amedê li dijî girekî ku ewlehiya du qereqolan pêk tîne, hêzên me çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de 8 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Di vê çalakiyê de 2 rêhevalên me bi qehremanî şer kirine û şehîd bûne. Di vê çalakiyê de rêhevalên me yên bi navê Dilovan Bahtiyar û Dîcle Hêvîdar şehîd bûne.

Di serî de ji malbatên şehîdên me re, em sersaxiyê ji hemû welatparêzan re dixwazin û soza xwe dubare dikin heta ku em gelê xwe azad bikin ew ê têkoşîna me bidome.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ne:

Nasnav: Şevger Amed

Nav û paşnav: Vedat Çetîn

Cihê jidayîkbûnê: Amed

Navê dê û bav: Hediye - Huseyîn

Dîrok û cihê şehadetê: 7’ê Hezîrana 2018’an/Amed

 

 

Nasnav: Zinar Azad

Nav û paşnav: Hîva Yuksekbag

Cihê jidayîkbûnê: Amed

Navê dê û bav: Guler-Abdûrnakîp

Dîrok û cihê şehadetê: 7’ê Hezîrana 2018’an/Amed

 

 

Nasnav: Dîcle Hêvîdar

Nav û paşnav: Rojbîn Akyol

Cihê jidayîkbûnê: Mêrdîn

Navê dê û bav: Ayşen-Davût

Dîrok û cihê şehadetê: 9’ê Hezîrana 2018’an/Amed

 

 

Nasnav: Dilovan Bahtiyar

Nav û paşnav: Fatîh Kirtay

Cihê jidayîkbûnê: Amed

Navê dê û bav: Fahriye-Abdûlkadîr

Dîrok û cihê şehadetê: 9’ê Hezîrana 2018’an/Amed