Nasnameya 2 gerîlayên li Şemzînanê şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku roja 20'ê Gulanê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê 2 gerîla di şer de şehîd bûne. Hate ragihandin ku di heman şerî de 2 çawişên pispor ên Tirk hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Roja 20'ê Gulanê, li cihekî navbera gundên Sisê û Dêman ên navçeya Şemzînan a Colemêrgê di navbera komek ji hevalên me û hêzên TC ên dagirker de şer qewimî."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di vî şerî de 2 çawişên pispor hatine kuştin û wiha dewam kir: "2 hevalên me yên bi lehengî li dijî hêzên dijmin şer kirin, gihîştin şehadetê. Hevalê me Firat (Ramazan Yikar) jî bi birîndarî dîl kete destê dijmin."

Li ser nasnameya şehîdan ev agahî hate dayin:

Nasnav: Bawer Ebege
Nav paşnav: Osman Salazer
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Hanîfe-Mehmet Nûrî
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Gulana 2018 / Colemêrg

Nasnav: Çiya Çiyager
Nav paşnav: Bîlal Keskîn
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Aliya-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Gulana 2018 / Colemêrg

BAWER EBEGE

Di dewama daxuyaniyê de li ser jiyan û têkoşîna her du şehîdan wiha hate gotin: "Hevalê me Bawer Ebeg li navçeya Ebex a Wanê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Gelek mirovên ji derdora wî tevlî nava refên têkşînê bû. Hevalê me Bawer jî di emrekî ciwan de tevlî nava refên têkoşînê bû û li her cihê lê ma bi fedakarî tevlî kar bû. Di demeke kin de bû şervanekî şareza û bi awayekî çalak beşdarî şerê li dijî faşîzma TC bû ku qirkirinê li ser gelê me ferz dike. Hevalê me Bawer ku heta kêliya dawî ji bo azadiya gelê Kurd şer kir, bû yek ji wan hevrêyên me ku nîşan da divê li dijî faşîzma TC helwesteke çawa bê nîşandan.

ÇIYA ÇIYAGER

Hevalê me Çiya Çiyager li Colemêrgê li nava civateke welatparêz ji dayik bû û bi nirxên Kurdistanî mezin bû. Tevî polîtîkayên asîmîlasyon û zextê yên dijmin, dema zanîngeh dixwend tevlî nava refên gerîla bû. Ji bo paşerojeke azad, bi fedakarî tevlî nava refên gerîla û têkoşînê bû. Hevalê me Çiya li her cihên lê ma, bi kedkariya xwe timî bal dikişand ser xwe. Di nava şerê sê salên dawî de ji aliyê gerîlatî ve şareza bû û heta kêliya dawî li dijî dijmin şer kir."

Di dawiya daxuyaniyê de ji malbatên her du şehîdan û hemû gelê welatparêz re sersaxî hate xwestin û hat gotin, "Azadiya Kurdistanê bi Rêber Apo re xewn û xeyala şehîdên me ye. Em careke din soz didin ku heta vê armancê pêk bînin em ê têkoşîna xwe bidomînin."