Nasnameya 2 gerîlayên ku li Şirnexê şehîd bûn hate ragihandin

Navenda Çapameniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku 1’ê Hezîranê li Şirnexê şehîd bûn ragihang. Di daxuyaniya HPG’ê de, ku di malpera HPG’ê de hatî weşandin, li ser du gerîlayên bi navê Denîz Herekol û Rojhat Nisêbîn ev agahî hatin parvekirin:

‘’1’ê Hezîrana 2018’an li qada Bestayê ya Şirnexê, li girê Tenûrê 2 gerîlayên me û milîsên me yên bi navê Îrfan Ertem û Osman Ertem, bi encama êrîşa hewayî ya hêzên dagirker ên TC’ê şehîd bûn.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ye;

Nasnav: Denîz Herekol
Nav û Paşnav: Mehmet Selîm Kulter
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik - Bav: Xezal - Omer
Cih û Dema Şehadetê: Şirnex / 1’ê Hezîrana 2018’an

Nasnav: Rojhat Nûsaybîn
Nav û Paşnav: Abdûlkerîm Ercîk
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik - Bav: Harîka - Abdûllatîf
Cih û Dema Şehadetê: Şirnex / 1’ê Hezîrana 2018’an

Hevalê me Rohjhat Nisêbîn li Nisêbînê hatiye dine. 2015’an, dema ku desthilata dagirker a AKP-MHP’ê li dijî Kurdan êrîşên xwe giran kirin, tevlî nav gerîla dibe, bi hîsên herî pak ê derdora welatparêz a ku lê mezin bûyî têkoşiyaye û tim bi fedekarî  nêz bûye. Jiyaneke bi têkoşînê ya ji bo azadiya gelê me daye ber xwe û polîtîkayên koledarî û qirkirinê ku dijmin li ser gelê me ferz kiriye qebûl nekiriye. Bi vê hişmendiyê di nav refên azadiyê de têkoşiyaye, demên herî giran ê şer jî qet dudilî nebûye, heta dawî bi çalakî têkoşiyaye.

Hevalê me Denîz Herekol li Şirnexê hatiye dine û bûye xwedî karaktere welatparêz û xiranebûyî yê welatparêziya Botanê. Rastiya dijmin zû nas kriye û hêz û meyla wî çûye ser têkoşînê. Li dijî kirinên faşîst ên li ser gelê me hevalê me Deniz tevlî nav refên têkoşînê bûye,, ji dema ku ku hatî nav gerîla tim hewl daye ku bibe şervanekî zîrek. Hevalê me Denîz di nav berxwedana bajaran de, ku lehengiyên dastanî hatin avakirin, cihê xwe girtiye. Li Botanê ku bûye şahide dastanên lehengiyê ya Egîdên fermandar, dema ku gerîlatî kirî li dijî dijmin di bi têkoşîneke herî çalak bûye.

Milîsên me yên bi navê Îrfan Ertem û Osman Ertem bûne sembola welatparêziya Botanê. Di van deman de ku desthilata faşîst a AKP-MHP’ê bi zexta li ser gel dixwaze gelê me bitirsîne, her du milîsên me jî serê xwe ji dijmin re netewandine û ti caran ji têkoşînê qut nebûne. Li dijî teslîmiyeta ku dijmin li ser gelê me ferz dike, milîsên me bi derfetên xwe bi dil û can desteka dana refên berxwedanê û nîşan dane di vê serdemê de ku zext zêde bûne divê Kurd xwedî helwesteke çawa bin.

Ji ber van winadahiyên ku mirov dilgiran dikin, em dibêjin di serî de malbatên hêja yên hevalên me yên şehîd û milîstên me yên şehîd em sersaxiyê didine gelê xwe yê welatparêz, em careke dî sond dixwin heta ku em azdiya gelê xwe pêk bînin şerê xwe yê azadiyê heta dawiyê bidomînin.’’