NÛ BÛ-Kurd li Fransa, Awûstûrya û Swîsreyê daketin qadan

Tecrîda li ser Ocalan, biryara xelatkirinê ya DYA ya li ser rêveberên PKK’ê û qedexeya çalakiyan a Fransa li bajarê Marsîlya yê Fransa û paytexta Awûstûrya Viyanayê hate protestokirin.

Biryara xelatkirinê ya DYA ya li ser rêveberên PKK û KCK’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan li Marsîlyayê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Kurdên ku li pêşiya Sefartetxaneya DYA’yê hatin ba hev bi yek dengî ‘Em hemû PKK’î ne’, ‘Kujer Erdogan, hevkar Trûmp’ û ‘Bijî Serok Apo’ qîr kirin.

Çalakvanên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hildan, dowîzên ku biryara DYA’yê şermezar dikin bilind kirin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û tecrîda li ser Ocalan bi çalakiyekê hate protestokirin.

Çalakiya li Qada Poerê hate kirin Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Viyanayê pêşengtî kir. Di çalakiyê de alên PKK’ê û YPG’ê hatin bilindkirin, dîsa konê li qadê hate vedan têkildarî rewşa Ocalan belavok hatin belavkirin.

Çalakiya kon roja Înê wê li heman cihî saet 14:00’an bê domandin.

Li bajarên Basel  û St Gallen ê Swîsreyê jî biryara xelatkirinê ya DYA'yê ya li ser rêveberên PKK’ê û KCK’ê, qedexeya çalakiyê ya Fransa ya li Strasboûrgê û tecrîda Ocalan hate protestokirin.

Li ser banga lezgîn a çalakiyê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger di saetên şevê de ciwanên Kurd li Markplatzê hatin ba hev û li gel hildana posterên Ocalan pankarta ‘Ji Ocalan re azadî ji Kurdistan re statû’ hate bilindkirin û ber bi devera Claraplatzê ve ketin meşê.

Bi meşa ber bi navenda bajar ve bi yek dengî dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Ciwan Fedayê Rêber Apo ne’ hate qîrkirin.

Li Claraplatz li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Swîsreyê daxuyaniyek hate dayîn û got: “Em ciwanên Kurdistanî vê biryara Fransa girtî nas nakin. Em ê hemû mafên xwe yên demokratîk bikar bînin û heta azadiya Rêbertiya xwe bê navber wê çalakiyên me bidomin.”

Komeke çalakvanên bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a St-Gallenê li Globûsê kom bûn, mîtîngek lidar xistin. Di çalakiyê de ku posterên Ocalan hatin hildan de alên PKK’ê, KCK, YPG, YPJ’ê hatin bilindkirin, dirûşmên Elmanî hatin bezkirin. Çalakî piştî xwendina belavokê û şûnde bi dawî bû.