Muzakereya Talîban û DYA: ‘pozîtîv û şênber’

Emîrtiya Erebên Yekbûyî, bi Talîbanan re li Abu Dabî ragihand ku ‘di muzakereyên lihevkirinê de gihiştine gavên şênber û pozîtîv’.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Emîrtiyên Ereb ên Yekbûyî (EEY) Wam, ragihand ku ji bo lihevkirina şer a di nava Afganan de nûnerên DYA û Talîbanan tevlî konfernsê bûne. Di civînê de hate gotin ku Erebîstan Siûdî û Pakistan amade ne.

Li gorî Wamê EEY’yê eşkere kiriye ku di muzakeran de ‘hemû alî dest dane hev, encamên pozîtîv’ bi dest xistine.

Li gorî ajansê hate destnîşankirin ku ji bo pêvajoya lihevkirinê ya Afganistanê wê li Abû Dabî yê dest bi tûrekî ya muzakereyan bikin, lê agahî nehate parvekirin.

Hate ragihandin ku konferans di encama rêze hewldanên li Washîngtonê çêbûne de, pêk hatine.

Erkdarê taybet ê ji bo aştiya Afganistanê Zalmay Halîlzad bi Afgan û berpirsên navneteweyî re ‘bi armanca bê şer teşfîqî diyalogê bê kirin, civînên bi encamgir’ pêk tînin.

Halîzad li ser Twîtterê daxuyaniyek da û anî ziman ku roja Çarşemê destpêkê li gel rêveberên Pakistanî, piştre jî di şeva heman rojê de li gel rêveberên Afganî hevdîtin pêk anîne.

Heyeteke ya muzakereyê ya ji hikûmeta Afgan pêk tê, ji bo raste rast li gel Talîbanan hevdîtinê pêk bînin ji bo di nava her du aliyan de rû bi rû hevdîtinekê pêk bînin roja Sêşemê çûbû Abû Dabî yê. Heyeta ku ji 12 kesan pêk tê, di dawiya meha Mijdarê de ji aliyê Serokkomar Eşref Ganî ve hatibû ragihandin.

Heta niha hevdîtineke rû bi rû ya bi Talîbanan re pêk nehatiye. Tevgera Talîban diyar kir ku tenê roja Şêşemê bi erkdarê Amerîkî re ‘hevdîtinên pêşî’ kirine.