Mûxalefeta Elman: Bila Erdogan neyê

Serokkomarê Tirk Erdogan dixwaze dawiya meha Îlonê serdaneke fermî li paytexta Elmanya Berlînê bike. Mûxalefet ji vê serdanê aciz e. Ji çepgiran heta rastgiran mûxalefet ji niha ve dibêje, "Bila Erdogan neyê."

Yek ji rojnameyên rojane yên Elmanyayê rojnameya Bîld di hejmara xwe ya pêr re ragihandibû ku wê Erdogan serdaneke fermî li Elmanyayê bike. Tê gotin ku serdan wê dawiya meha Îlonê bê kirin û erdogan bi protokoleke mezin a dewletê tevlî bibe.

Hevdîtin wê bibe yekemîn hevdîtina fermî ya li Berlînê ku ji sala 2014'an û vir ve pêk tê. Tê payin ku dewleta Tirk di gelek mijaran de bi hikumeta Elman a federal re ya bi serokwezaretiya Merkel peymanan mohr bike.

Rêveberiya Berlînê hîn piştrast nekir ku hevdîtinê pêk were yan na. Endamê Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) a bi lîderiya Serokwezîr Merkel parlamenter Jurgen Hardt diyar kir ku ew serdanê erênî dibîne. Hardt da xuyakirin ku ew diyaloga du endamên NATO'yê girîng dibîne û di gelek mijaran de hevpar in. Hardt anî ser wê meseleyê ku di hevdîtinê de wê mijarên krîtîk bên nirxandin.

Piştî ku mijara serdanê di çapemeniyê de hate weşandin, partiyên mûxalefet li ber hikumeta federal rabûn. Hevserokê berê yê Partiya Keskan Cem Ozdemîr ji çapemeniya Elman re axivî û got, "Erdogan serokekî normal ê dewletekê nîne. Ew dîktator e û divê li gorî vê yekê bê pêşwazîkirin."

Alîkarê Serokê Koma Partiya Demokratên Azad (FDP) Alexander Graf Lambsdorff jî diyar kir ku ew serdana Erdogan girîng dibîne, lê belê divê hikumeta federal helwesta pêwîst nîşan bide. Siyasetmedarê FDP'yî bang li Serokwezîr Merkel kir ku di hevdîtinê de bi rengekî cidî Erdogan rexne bike.

Partiya rastgiriya tûnd a mûxalefeta bingehîn a li Meclîsa Federal Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) jî xwest bi ti awayî destûr ji serdana Erdogan re neyê dayin. Seroka Koma AfD'ê Alîce Weîdel got, "Divê Erdogan li mala xwe bimîne" û anî ziman, divê destûr neyê dayin ku Serokkomarê Tirk Tirkên li Elmanyayê dijîn li dijî Elmanyayê bi kar bîne.

GELO WÊ DESTÛR JI ŞOVA ERDOGAN RE BÊ DAYIN?

AKP'yî jî ji bo Erdogan di dema hevdîtinên li Berlînê de bi alîgirên xwe re jî li hev bicive, ketin nava liv û tevgerê. Ji bo Erdogan bi alîgirên xwer e şovê bike, serî li hin salonên mezin ên li Berlînê hate dayin, lê tê gotin ku hîn bersiv nehatiye dayin.

Li gorî agahiyên di çapemeniya Elman de cih girtin, rayedarên hikumeta Elman xwe ji hevdîtinên Erdogan ên ji bilî hevdîtinên fermî yên dewletê vedigirin. Hem beriya referandûma 16'ê Nîsanê, hem jî hilbijartinên 24'ê Hezîranê, destûr nehatibû dayin ku AKP li Elmanyayê mîtîngan bike.