Muhafizên Şoreşê: Me dest daniye ser keştiyeke ya Ingilîz

Muhafizên Şoreşa Îranê, ragihandin ku li Kendava Hurmuzê dest danîne ser tankereke ya petrolê ya Ingilîzan.

Li gorî daxuyaniya Sepahnews a malpera înternetê ya Muhafizên Şoreşê, bi hinceta ‘ne li gorî hiqûqa deryavaniyê ya navneteweyî tevgerkiriye’ dest daniye ser tankera petrolê ya Ingilîz a bi navê Sttena Omperoyê. Di daxuyaniyê de hate gotin li ser daxwaza meqamên perav û behrê ya eyaleta Hurmuzê dest danîne ser tankerê.

Ev daxuyanî piştî çend saetan a li ser biryara derbarê girtina keştiya Îran a ji aliyê Dadgah Bilind a Cebelîtarik a ku wê 30 roj din jî bidome hate kirin.

Keştiya petrolê ya Îranê 4’ê Tîrmehê li peravên Cebelîtarik hatibû girtin. Rêveberan sedema girtina keştiyê jî weke ku şandina petrolê ya ji bo Şamê li dijî ambargoya NY’yê ya li ser Sûriyeyê bide şikandine.

Rêveberiya Tehranê jî di mijara destdanîna ser keştiyê pênaseya ‘çalakiyeke korsanî’ bi nav kir. Keştiyê 2,1 milyon varêl petrol li xwe digirt.