Moskova: Sûriye balafira Rûs xistiye

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, ragihad ku balafira II-20 a ji şeva Duşemê ve winanda bibû, ji ber çalakiyên Îsraîl ên ‘bêperirs’ û ‘provakator’ ji aliyê sîstema parastinê ya S-200 ve hatiye xistin.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsya Îgor Konaşenkov, ragihand ku di êrîşên li Sûriyeyê de pîlotên Îsraîl xwe li pişt balafira Rûs a II-20 veşartibû û balafira Rûsya bû hedefa bombebarana sîstema hewayî ya S-200 a Sûriyeyê.

Berdevê Rûs, çalakiyên Îsraîlê weke ‘provakasyon’ binav kir û got: “Em vê çalakiya provakator a Îsraîlê weke dijminane dinirxînin. Piştî çalakiya bê berpirs a Îsraîlê û şûnde, 15 leşkerên Rûsya jiyana xwe ji dest dane. Ev bi ti awayî ev bi ruhê hevkariya Îsraîl û Rûsya ve negirêdayî ye.”

Li gorî Konaşenkov 17’ê Îlonê saet 22:00’an 4 balafirên F-16 ên Îsraîlê li ser Behra Spî re nizim firîn e, li nêzî Lazkiyeyê hedefên Sûriyeyê bombe kirine.

Berdevkê Wezareta Parastinê, ji bo keştiyên li ser erdê yên balafirên Îsraîl û topbarana wan a li herêmê ‘Bi awayekî bi zanabûn xeterî pêk aniye’.

Li gorî Wezareta Parastinê êrîş li nêzî Firkateyên Aûvergne a Fransî û dema balafira Rûs a II-20 ji bo daketinê xwe amade dikir pêk hatiye.

Îsraîl ragihand ku beriya operasyonê bi deqeyekê bi xeta sor li Rûsyayê geriyane û ew agahdar kirine. Li gorî Rûsyayê di demeke kin de veguhestina balafira II-20 a ji bo cihê bi ewle ne mikûn bû.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, destnîşan kir ku piştî çalakiyê Îsraîl ên ‘dijminane’ yên li Sûriyeyê mafê wan ê bi awayekî asayî heye ku bersiv bidin.